Dewlet kuştiyên xwe yên li Şirnexê vedişêre: Cenazeyên POH-JOH li qesabxaneyê ne

Hêzên dewleta Tirk ji berxwedana YPS/YPS Jinê derbên giran dixwe û her kuştiyan dide. Hat hînbûn, zêdeyî 40 cenazeyên JOH-POH ên dewleta Tirk li qesabxaneyê tên ragirtin.

Hêzên dewlet Tirk ên bi hemû rê û rêbazên hovîtiyê êrîşî Şirnexê dikin, ev 19 roj in nikarin têkevin nava taxan. Li pêşberî berxwedana YPS û YPS Jinê, JOH û POH ên dewleta Tirk her têk diçin. Li gorî agahiyan 40 kuştiyên JOH û POH çêbûne.

Walîtiya Tirk a li Şirnexê kuştiyên xwe vedişêre. Hat hînbûn cenazeyên polîsên tîmênt taybet (POH) û jendermeyên tîmên taybet (JOH) li qesabxaneyeke Şaredariya Şirnexê ya li ser rêya Cizîrê tên ragirtin.

AMBÛLANS RADIKIN, CERDEVAN JÎ DIBIN QESABXANEYÊ

Ev qesabxane ji aliyê maşînên zirxî ve hatiye dorpêçkirin. Tê gotin li vê derê herî kêm 40 cenaze hene. Li gorî agahiyan, cenazeyên JOH û POH'iyan di destpêkê de dibin 23. Fermandariya Jendermeyan a Tumenê ya SAînor, ji vir jî bi ambûlansan derdixînin derveyî bajêr û cerdevanên li kozikên pêşberî qesabxaneyê nobedê digirin, bi şev van cenazeyan dixin kîsên cesed û dixin hundirê qesabxaneyê.

Tê gotin, di nava van cenazeyan de yên çeteyên DAIŞ'ê jî hene ku ji bo dewleta Tirk şer dikin.

Kordînasyona Giştî ya YPS û YPS Jinê beriya niha dabû xuyakirin, ku li bajêr çeteyên DAIŞ'ê di êrîşên li hemberî gel de cih digirin.