BI DÎMEN

'Dewlet dixwaze nifşekî 'şervan', 'oldar' mezin bike'

Hevseroka Egîtîm-Sen Şaxê 2. a Amedê Salîha Zorlû got, "Divê dewleta AKP'ê dest ji van polîtîkayan berde û derhal protokola hefteya bihurî bi Wezareta Karên Diyanetê re pêk anî, ji nû ve binirxîne."

Hevseroka Egîtîm-Sen Şaxê 2. a Amedê Salîha Zorlû got, "Divê dewleta AKP'ê dest ji van polîtîkayan berde û derhal protokola hefteya bihurî bi Wezareta Karên Diyanetê re pêk anî, ji nû ve binirxîne. Û pêwîste perwerdeyek li ser bingeha laîk, zanistî, demokratîk û mafên mirovan bimeşîne, ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê şert û mercan bafirîne."

Hevseroka Egîtîm-Sen Şaxê 2. a Amedê Salîha Zorlû bultena Serokatiya Karên Diyanetê berî çend rojan ji bo zarokên di emrê dibistana seretayî de ne weşandiye bibîr xist, ku di vê bultena bi serenavê 'ez dixwazim şehîd bikevim' de diyalog û wêneyên xweziya xwe li şehîdbûnê tîne, cih digire. 

Zorlû da xuyakirin, ku wan ev bulten bi pedagogan re jî nirxandine û diyar kir, diyalogên bi vî rengî yên li ser 'şehîdbûnê' ji bo zarokan dibe sedem ku zarok di tevahiya emrê xwe de bala xwe her tim li ser şehîdbûnê be.

'OLÎKIRINA PERWERDEYÊ DI NAVA CIVAKÊ DE RÊ LI BER PIRSGIRÊKÊN MEZIN VEDIKE'

Zorlû da xuyakirin, ku nifşê nû bi mejiyê artêşeke di nava şer de tê mezinkirin û got, "Serokatiya Karên Diyanetê ya bultenên bi vî rengî diweşîne, yan jî TRT a cih dide weşanên bi vî rengî, eger sibe DAIŞ li Enqere û derdora wê komkujiyeke mezin bike, wê nerazîbûnê nîşan nedin, ji ber ku derdorên tund ên radîkal ên mîna DAIŞ'ê jî li ser têgîhan 'şehîdbûnê' tevdigere."

Zorlû diyar kir, wan berî niha bi çend salan di Civîna Şûra Perwerdeyê de weke Egîtîm-Senê bi Wezareta Perwerdeyê re nîqaşên cidî meşandine û got, "Di dema van nîqaşan de me dabûn xuyakirin, ku olîkirina perwerdeyê wê di nava zarok û civakê de rê li ber pirsgirêkên cidî veke."

'DIVÊ PROTOKOLA BI KARÊN DIYANETÊ RE HATIYE KIRIN JI NÛ VE BÊ NIRXANDIN'

Zorlû bibîr xist, ku afirandina êrîşkarê bombeyî ji bo dema piştî 20 salên din, ne bi kêrî AKP'ê tê ne jı bi kêrî civakê tê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev civak êdî nikare şer rake. Di firseda destpêkê de û di dema herî nêz de li ser daxwaza civakê wê veger ji vî şerî çêbibe. Ew ê bi xwe jî ji van polîtîkayên xwe poşman bibin. Ya heta niha hatiye kirin jî wê ji aliyê hiqûqî ve bê darizandin. Ji ber vê yekê pêwîste dewleta AKP'ê derhal mudaxle û polîtîkayên bi vî rengî biterikîne û protokola hefteya derbasbûyî bi Serokatiya Karên Diyanetê re kirî, ji nû ve binirxîne. Divê perwerdeyek li ser bingeha laîk, zanistî, demokratîk û mafên mirovan bimeşîne, ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê şert û mercan bafirîne. Ev yek mafê herî xwezayî yê mirovên li herêma me ye. Talankirina vî mafî bi kêrî kesî nayê."