Desteya Bilind ji bo Serêkaniyê komîteya krîzê ava dike

Desteya Bilind ji bo Serêkaniyê komîteya krîzê ava dike

Komên çekdar ên Artêşa Azad a Sûriyeyê yên ji aliyêTirkiye û welatên kendavê ve tên destekkiri, ketin bajarê Serêkanî yê Rojavayê Kurdistanê. Li vir pevçûnên dijwar di navbera rejîma Esad û Artêşa Azadde qewimîn. Desteya Bilind a Kurdan bang li hêzên çekdar kir ku ji Serêkaniyê derbikevin. YPG’ê jî dest bi girtina tedîran kir.

Desteya Bilind a Kurd ku piştî komên çekdar ketin bajarê Serêkaniyê bi awayekî awarte civiya, bang li komên çekdar kir da ku ji bajêr derkevin. Desteyê her wiha biryara avakirina komîteyek kirîzê û aktîfkirina komîteyên xizmetên civakî û ewlekariyê girt.

Piştî ku di saetên serê sibê de komên çekdar ji aliyê Tirkiyeyê ve ketin Serêkaniyê û pevçûn çêbûn , her wiha gelek kesan koç kir, Desteya Bilind a Kurd civînek awarte lidar xist. Piştî civînê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji destpêka Şoreşa Suriyê ve herêmên kurdan di nava aramiyê de ne û tevgerên wan jî piştgiriyê didin şoreşa aştiyane ya Suriyeyê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji ber ku hêrêmên kurdî jî beşek ji şoreşê ne û bûne wargehên aramî ji bo penaberên ku ji herêmên pevçûn lê hene tên.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku îro serê sibehê yekîneyên Artêşa Azad derbasî Serêkaniyê bûne, piştre bajar bûye navenda şer û di encamê de gelek kes ber bi gundên derdorê û sînorê Tirkiyeyê ve koçber bûne. Di berdewama daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku ji bo ji rejîma re tu hincet nemînin û êrîşî van deran neke, bang li hemû komên çekdar hate kirin ku ji bajêr derkevin û wiha hate domandin: “Em bang li hemû gelên li bajêr dijîn jî dikin ku têkiliyên biratiyê û jihevfêmkirinê ya heyî biparêzin.”

Di daxuyaniyê hate gotin ku pêwîstiya kordîneya di navbera hêzên muxalefetê de derketiye holê û bang li hemû kesî hate kirin ku li dijî şaşî û pêkanînên bajêr dikişînin nava pevçûnan hişyar bin.

Di civîna DesteyaBilind de biryar hate girtin ku bi beşdariya nûnerên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumenî Niştimanî Kurdî li Suriyê, her wiha aktivîstên li bajêr komîteyek hevbeş bê avakirin da ku krizê birêve bibe. Her wiha biryara aktîfkirina hemû komîteyên xizemtê û ewlekariyê yên li bajêr hate girtin.

ENDAMEK YPG’Ê BIRÎNDAR BÛ

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî komên çekdar ketin Serêkaniyê di navbera wan û hêzên rejîmê de pevçûn derket. Di dema pevçûnê de endamekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku ewlehiya herêmên xwe dikirin, bi guleyek ku nayê zanîn ji kîjan alî ve hatiye birîndar bû. Endamê YPG’ê yê bi navê Ciwan Newaf Ferec ku ji serê xwe bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê û hate emelîyatkirin.

TEVDEMÊ BANG LI YPG’Ê KIR

Desteya Birêvebir a TEV-DEM’ê, derbarê ketina Serêkaniyê ya Artêşa Azad û bûyerên îro li bajêr qewimîne de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di saetên serê sihebê de komên çekdar ên ku navê Artêşa Azat lixwe dikin derbasî Serêkaniyê bûne û li aliyê bajêr ê Mebruka di navbera van koman hêzên rejîmê de pevçûn derketine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku vê pevçûnê rê li vekiriye ku hinek komên din ên çekdar ji aliyê Tirkiyeyê ve di Deriyê Sînor ê Serêkaniyê re derbasî bajêr bibin, bi vê yekê re pevçûn zêde bûne û wiha hate gotin: “Di encama van pevçûnan de endamekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û gelek şêniyên bajêr jî birîndar bûn. Vê yekê rewşek bi tirs ava kir.”

Di daxuyaniyê de bang li gel jî hate kirin ku hemû tedbîrên xwe bigire û alîkariya YPG’ê bikin. Her wiha ji gel hate xwestin ku ji bajarê xwe dernekeve û neçin qampên ku Tirkiyeyê amade kirine, ger ku mecbûr bin, bila biçin bajarên din ên kurdan ên Rojavayê Kurdistanê.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li YPG’ê jî hate kirin ku rola xwe ya tê xwestin bi cîh bîne û gelê xwe biparêz e, her wiha ji bo parastina gel tedbîrên pêwîst bigire. Dîsa bang li komên çekdar jî hate kirin ku ji herêmê ketinê derkevin da ku bajêr nekeve rewşek bi êş.