Desteya Bilind a Kurd di çarçoveya xebatên berfirehkirina birêxistinkirinê û zêdekirina têkiliyên bi gel re, navenda xwe ya yekemîn li bajarê Qamişlo vekir.
Desteya Bilind a Kurd ku di Tîrmeha sala 2012’an de hate avakirin, demek beriya niha biryar dabû ku ji bo gel bi awayekî hêsantirîn bikare pirsgirêkên xwe ji wan re ragihîne, her wiha birêxistinkirina xwe zêde bike, li 5 bajaran navendan veke.
Desteyê, di çarçoveya vê biryarê de, navenda xwe ya yekemîn li bajarê Qamişlo ku wekî paytexta Rojavayê Kurdistanê tê zanîn, vekir. Desteya Bilind bi vê yekê armanc dike ku bi vî rengî hem xebatên xwe bi awayekî rêkûpêk bimeşîne, hem jî wekî navnîşanekê bê dîtin.