Desteya Bilind a Kurd çû serdana Serêkaniyê

Desteya Bilind a Kurd çû serdana Serêkaniyê

8'ê Mijdarê komên çekdar yên biyanî di ser sînorê Tirkiyê re derbas bajarê Serêkaniyê bûn. Hêzên rêjîma Sûriyeyê jî di nav nav şerê li dijî van komên çekdar 12'ê Mijdarê bi balafiran êrîşî gelek deverên Serêkaniyê kir.

Di encamê de gelek welatiyên sivîl hatin kuştin, bi dehan mal û dikan hilweşiyan û bi hezaran kes jî ji cih û warên xwe koçber bûn.

Ev pêvajoya ku 8'ê Mijdarê dest pê kir, li pey xwe ji bilî kuştin, wêrankirin û koçberiyê tiştekî din nehişt. Duh şandeyek ji Desteya Bilind a Kurd ku ji Ehmed Silêman, Îlham Ehmed, Aldar Xelîl û Ebdulselam Ehmed pêk tê tevî nûnerên saziyên civaka sivîl çû serdana bajarê Serêkaniyê..

Şandeya Desteya Bilind li taxên ku rastî êrîşa balafirên rêjîmê hatiye geriyan û li ser rewşê agahî ji welatiyan wergirtin.Endamên Desteyê herî zêde jî li taxên Hewrane, Kolana Ehmed Kan, Mehetê û Nexweşxaneya bajêr lêkolîn kirin.

Şande her weha çû serdana navendên Yekîneyên Parastina Gel-YPG jî. Der barê armancê serdanê, Berdevkê Desteya Bilind Ehmed Silêman axivî. Endamê Desteya Bilind Abdulselam Ehmed jî anî ziman ku ew hemû zerarên gel destnîşan bikin û pêdiviyên wan bicih bînin. Endamê Desteyê Aldar Xelîl diyar kir ku şerê rê li berwêraniyê veke, ne şerê rizgariyê ye.

Piştî gera li nava kolanên Serêkaniyê yên wêrankirî, Endamê Desteya Bilind çûn serdana nexweşxaneya bajêr û der barê pêwîstiyan de agahî wergirtin.