Li Rojavayê Kurdistanê, dîwana edaletê ya girêdayî Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya nûnerên Encumenî Niştimanî, dibin banê Desteya Bilind a Kurd de jinûve hate birêxistinkirin.
Desteya Bilind a Kurd, bi Dîwana Edaletê ya girêdayî Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê civînek li dar xist. Di civînê de li ser avakirina mekanîzmaya sulh û edaletê ku Desteya Bilind berê biryara wê dabû, hate rawestîn û nîqaş hatin meşandin. Di encama nîqaşên hatin meşandin de, biryar hat girtin ku Dîwana Edaletê bê berfirehkirin û li tevahiya Rojavayê Kurdistanê di vê çarçoveyê de xwe bi rêxistin bike.
Li gorî biryara hatiye girtin, 8 kesên ku dê ji aliyê Encumena Niştimanî ve bêne diyarkirin dê tevlî Dîwana Edaletê ya ku 7 kesên ji aliyê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ve hatiye avakirin, bibin. Ev komîtiya tê avakirin jî, dê dibin navê komîteya edaletê ya jor a Rojavayê Kurdistanê kar û xebatên xwe bimeşîne. Girêdayî komîteyê jî, dê li her bajarekê komîte bêne avakirin.
Komîteya ku hate avakirin, dê roja duşemê li hev bicive û sîstema xwe, qanûn û rêziknameya xwe diyar bike û dê navê komîteyê jî bê diyarkirin.