Destana berxwedêrên li ber mirinê rabûn
Malbatên ku her Pêncşemê diçin ser gora zarokên xwe, qala çîrokên berxwedêrên Sûrê kirin. Malbat vî ruhê berxwedanê dijîn, didin jiyîn...
Malbatên ku her Pêncşemê diçin ser gora zarokên xwe, qala çîrokên berxwedêrên Sûrê kirin. Malbat vî ruhê berxwedanê dijîn, didin jiyîn...
Berxwedana Sûrê ku par di van rojan de dest pê kir, gelek pêşhukm û têgihiştin hilweşand. Li dijî teknolojiya herî pêşketî ya leşkerî û yekîneyên taybet, bi qasî 150 mirovên sivîl ên tecrûbeyeke xwe ya şer zêde nebû, bi derfetên kêm bi mehan têkoşiyan. Di vê berxwedanê de her kes hebûn. Dilên ciwan ên di salên 2000'î de ji dayik bûn, mamoste, siyasetmedar, mirovên zewicî û xwedî zarok, jin, dikandar, xwendekarên dibistanên seretayî, lîse û zanîngehê û şêniyên Sûrê yên xwedî li bajarê xwe derketin. Ya herî girîng jî, ciwanên ku dewletê hemû rêbazên şerê taybet li dijî wan bi kar anî, di nava têkoşînê de cih girtin. Bi şev û roj 103 rojan şerekî dijwar qewimî. Her kêliya xwe bi lehengî, fedakarî û biryardariyê dagirtî bû. Ti ji wan teslîmiyet li xwe negirtin û heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin. Ev lehengên ku ji niha ve bûne têkoşîna gelê Kurd derxistin asteke bilind, mîna dema berxwedanê, di gorê de jî li rex hev in.
TÊKILIYA XURT A BERXWEDÊRAN, MALBAT JÎ BI HEV VE GIRÊ DA
Piraniya berxwedêrên Sûrê, bi biryara malbatan li Goristana Yenîkoy a li navenda Amedê li rex hev hatin veşartin. Ji wê rojê û vir ve, her rojên Pêncşemê malbatên berxwedêrên Sûrê berê xwe didin gorên zarokên xwe. Dibe ku êş û valahiya di dilê malbatan de qet neyên dagirtin, lê belê tiştek heye ku ji bo wan ne cihê nîqaşê ye; hemû bi zarokên xwe serbilind in. Têkiliya xurt a navbera zarokên wan, malbat jî bi hev ve girê dane. Xwişk, bira hemû bi çîrokên berxwedanê mezin dibin.
Rojbûna zarokên xwe bi hev re li ser gorên wan pîroz dikin. Mirovên qet hev nas nakin, li ser gorê hev dinasin. Her hefte mirovên cuda ji bo destekê bidin malbatan tên şehîdgehê. Bêdengiya li goristanê carna bi dilopek rondikê çavan, carna bi duayekê, carna jî vegotina bîranînan belav dibe. Gorên ciwanên di navbera salên 1996-2000 de ji dayik bûne, ji aliyê malbatan ve hatine xemilandin. Gelek ji wan, ji bo zarokên xwe bi tenê nehêlin, her roj tên ser gorê.
'QET NEBE KENÊ WÎ JI MIN RE BIHIŞTINA'
Çekwar Çûbûk (Sekvan) yek ji cangoriyên destpêkê yên Sûrê ye. Xwendekarekî lîseyê bû, hê 16 salî bû. Di 2'ê Kanûna 2015'an de li Sûrê jiyana xwe ji dest da. Ew wêneyê wî yê rûken ê bedew, ku kevirê gora wî dixemilîne û mirov têrê nabe ji temaşekirina wî, di hişê mirovan de ma. Hevalên wî yên li dibistanê, bi rojan ji bo wî çalakî lidarxistin û li hemû dîwarên bajêr navê wî nivîsandin. Gotina 'Mirinek bi şeref, vegotina herî bedew a jiyanê ye' li ser kevirê gora wî hatiye nivîsandin. Dayik Netîce Çûbûk hê li ser gora wî şîn girê daye. Gotina xwe ya ewilî ev e; 'Qet nebe tenê kenê wî ji min er bihiştina, ku hêza min hebûya min xwe lê rabigirta.'
Dayika Çekwar dibêje, 'Eger Kurd yek bûna, kesî nekarîbû pê' û wiha dewam dike: "Kurê min berî ku min maçî bike ji malê dernediket. Ken timî li ser rûyê wî bû. Digot, 'Ez bêyî te îdare nakim'. Digot, 'Meraqan neke, tiştek bi min nayê'. Soz da bû min ku wê li xwe miqate bûya. Lê ew hê zarok bû, çawa wê li xwe miqate bûya. Destûr nedan ku ew li cem wî şer bikim."
LI SÛR A KU KOLAN BI KOLAN DINASÎ, TEVLÎ KARWANÊ NEMIRAN BÛ
Tûgay Gîrçek (Yilmaz) ku di rojnivîsên berxwedana Sûrê de bi fedakarî û pêşengiyê qala wî tê kirin, li vê goristanê radizê. Hê 17 salî bû, lê her tim li çeperên pêş bû û bi moral bû. Di roja 45. a berxwedanê de ji ber fîşeka li serî ket bi giranî birîndar bû. Ji ber ku mudaxleya pêwîst a tibî nekarî bihata kirin, piştî çend rojan jiyana xwe ji dest da. Di rojnivîsê de hevrêyên wî bi vî rengî qala wî kiribûn: "Hevalê Yilmaz hevalekî ciwan bû. Ji roja destpêkê (meha tebaxê) ya Berxwedana Sûrê bi tevlibûna herî aktîf û bi venêrîna pêşbîn a leşkerî derbên giran li dijmin xistibû. Hevalê Yilmaz bi van xisletên xw eve wekî efsane bû. Wêrakiya wî hêz û cesaretê dida me hemûyan. Gelek heval dixwestin ligel wî bin. Her tim çi çeperên herî pêş û di nav şer û cenga herî germ de bû. Heke ku Mizgefta Kuruşunlu ewqas bi hêsanî neket û dijmin ligel hemû hewldanên xwe jî nekarîn bikevin Kurşunluyê ev bi saya serê hevalê Yilmaz bû. Di destpêka şer de tîmeke mobîlîze amade kiribû û berpirsyariya wê jî ew hilgirtibû. Hevalê Yilmaz tim ji hevalên dora xwe re digot; 'Ez tu carî hevalên xwe li ser piştî nahêlim û naçim.' Û heta şehîd ket jî li ser vê esasê tevî rêvehalên xwe li hemberî dijmin sekinî. Bi şehadeta xwe ve bi hevrêyê hevrêyên xwe.
Helbet di vê berxwedanê de cihî tu hevalî nayê dagirtin bes nebûna hevalê Yilmaz ji bo me hemûyan çûyîneke gelekî zor bû. Li vê derê mezin bûbû û van deran wekî kefa destê xwe dizanî. Ew ê çawa û li ku derê li dijmin bixista pêşî plana wê dikir û bi aqlê xwe yê pratîk jî ji hemû êrîşên dijmin re dibû bersiv. Ji bo potansiyela wê ya pêşerojê heke mirov bigota; 'Artêşeke bi serê xwe ya li hemberî dijmin bû' ew ê ne şaş be. Heta em bijîn ew ê tim li ser zar û zimanê me û di nav dil û mêjiyê me de be… Tu yê tu carî neyî jibîrkirin heke em nejîn jî tu yê neyê jibîrkirin. Divê ku tu werî vegotin û werî zanîn, weî naskirin. Te herî zêde dixwest ku wekî 'Şehîdê YPS’ê werî naskirin' ji bo vê çi ji destên me were em ê bikin."
'ZAROKÊN ME JIYANA XWE JI DEST DAN, LÊ GELÊ KURD WÊ BI SER BIKEVE'
Dayik û bavê lehengê vê têkoşînê Tûrgay Gîrçek her hefteyê diçin goristanê, pişta xwe dispêrin kevirê ber serê kurê xwe û hêzê jê digirin. Bav Mûrat Gîrçek dibêje, "Dewlet li Sûrê têk çû. Dibe ku me zarokên xwe ji dest dan, lê yê bi ser bikeve gelê Kurd e. Ez her roj têm goristanê. Bi şev jî naxwazim biçim malê. Ev saleke êşa me kêm nebûye."
JI KOBANÊ HETA SÛRÊ..
Yek ji nemirên berxwedanê Erhan Keskîn (Botan Hezroyî) ye, ku êrîşa li dijî gelê Kurd li ku dihat kirin, ew bêteredût li wê derê di nava refên berxwedanê de cih digirtin. Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kirin û xwestin destketiyên gelê Kurd tine bikin, ew ji sînor derbas bsû û 7 mehan li Kobanê têkoşiya. Bav Sedat Keskîn qala kurê xwe yê 17 salî yê têkoşer dike: "Tevî ku emrê kurê min biçûk jî bû, li her deverê di nava têkoşîna gelê Kurd de cih girt. Piştî ku 7 mehan li Kobanê ma, vegeriya malê. Neheqiya dihat kirin qebûl nedikir. 5 zarokên min hene. Erhan ji hemûyan cudatir bû. Bi berpirsyarî radibû. Li dijî zilma dewletê bi hêrs bû. Xwedî edalet bû. Neheqî qebûl nedikir. Got, 'Ez ê Sûrê neterikînim. Berdêla wê canê min jî be, ez ê li vir bimînim'. Em derketin, lê ew li malê ma. Got, 'Silavan li her kesî bike'. Êşa wî hê di dilê min de ye."
WESIYATA WÎ EV BÛ; NEHÊLE DIJMIN BIKENE
Eşref Polat (Kendal) ku hingî 36 salî bû, di dema êrîşan de berê xwe da nava refên têkoşînê. Ji roja destpêkê heta 13'ê Adarê çeper neterikand. Tevî 6 hevalên xwe şehîd bû. Dayik Gulsum Polat dibêje, "Kurê min mirovekî welê bû ku bi hevalên xwe re dikarîbû biça heta mirinê." Dayik wiha dewam dike: "Tevî ku mala me ne li Sûrê jî bû, bi destpêkirina bûyeran re hat malê. Got, 'Dayê ez diçim'. Ez êşiyam, min jê pirsî 'Tu bi ku ve diçe?' Got; 'Wijdanê min nikare bûyerên li Sûrê diqewime rake. Ez ê biçim û neyêm. Min meraq neke. Ez bimirim jî li dû min negirî. Em belasebep şer nakin'. Piştî ku dorpêçiyê dest pê kir ez her roj çûm Sûrê. Diçûm cihê kurê min lê. Min ji wan re digot, 'Min berdin, ez ê biçim cem kurê xwe'. destûr nedan. Polîsan henekê xwe dikirin. Digotin 'kurê te wê bimire'. Min jî ji wan re got 'kurê min bimire jî wê serî li ber we netewîne'. Herî dawî, kurê min berî jiyana xwe ji dest bide li min geriya. Got, 'Li min helal bike dayê'. Min jî jê re got, 'Helal be kurê min, eger tu bimire ez ê jî bimirim'. Wî jî got, 'dayê çare nîne, dor li me girtine. Li şûna ku bi saxî bikevim destê wan, bimirim çêtir e'. Ez giriyam. Ji min re got, 'Qet negirî, nehêle dijmin bikene'. Lê di dilê min de ma, min nekarî hinê li destê kurê xwe bikim."
EW Ê HER TIM 14 SALÎ BE
Di şerê dijwar ê dema dawî de yê herî ciwan bû Cîhat Morgul (Bager). Hê 14 salî bû, xwendekarê pola 8'an bû. Dayik Kadriye Morgul her roj bi destê keça xwe ve digire û diçe ser gorê. Dayika dilşewat dibêje, "Ji bo ku kurê min di tariyê de netirse û di sermayê de necemide, ez têm pê re daxivim." Dewam dike: "Kurê min necemide, ez li cem te me. Vaye hatim. Hê gelekî biçûk e, dibe ku bicemide, lewma dilê min dişewite. Timî dikeve xewna min. Min hembêz dike. Dibêje 'dayê dayê'. Şale li dora stuyê wî gerandî bû, her tim bi min dikeniya. Mîna ku nemiriye. Ev êş bi me dan kişandin. Keça min jî timî di xew de navê wî bilêv dike. Cîhat gelekî jîr bû, karker bû. Hez ji parvekirinê dikir. Dixwest bibe parêzer. Xeyalê wî nîvco hiştin. Min gelekî bêriya kurê xwe kiriye. Min keça xwe li dibistana kurê min diçûyê nivîsand. Kengî diçim dibistanê, bi girî li malê vedigerim. Hevalên kurê xwe hembêz dikim. Ji bo kurê xwe, me dîsa bar kirin Sûrê. Vê carê ez bimirim jî ez ê ji Sûrê dernekevim. Ez ê jî li cihê kurê min maye, Sûrê biparêzim."
'XWEZÎ EZ BIMIRAM'
Xwendekarê zanîngehê Sînan Dûman (Felat Amed) piştî ku du caran ket zîndanê, got ku êdî bi vî rengî nameşe û dest avêt çeka xwe. Mîna dayikên din, Emîne Dûman jî ev çûna zû, qebûl nekiriye: "Kurê min dilgerm bû. Bi biçûkan re biçûk, bi mezinan re mezin bû. Gelekî hez ji têkoşîna Kurdan dikir. Di nava 4 zarokên min de yê herî karker bû. Di dîtina dawî de karê min hebû û min nekarî jê re xwarina jê hez dike çêbikim. Hê jî di dilê min de ev derd e. Ev saleke ez li malê xwarinên ew jê hez dike, çênakim. Dibêjim, eger kurê min nikare bixwe, em jî nexwin. Ji bo min derd e ku li Sûrê min nekarî bedena xwe jê re bikim sîper. Xwezî ez bimiram, ew sax bûya. Ew ciwan bû. Hê wê gelek tişt bikira. Min di televîzyonê de kesên dimir didît û jê re digot, 'kurê min neçe, wê tiştek bi te were'. Ew jî hêrs dibû û digot, 'Dayê, ma dayika wan jî nîne? Gelo ez ji yê dimirim çêtir im?' Hesreteke di dilê min de ye ku min destê wî hine nekir. Her roj ez li ser gora wî hinê belav dikim."
HER HEFTE JI LICÊ TÊ
Azîze Kaya her hefte ji Licê tê ser gora kurê xwe Azad Kaya (Brûsk Amed) ê 22 salî û li goristanê nan li mirovan belav dike. Dayika Azîze dema qala kurê xwe dike dibêje 'ez ê negirîm' û wiha dewam dike: "Dema bûyerên li Sûrê dest pê kirin, kurê min ji Licê hat Amedê. Piştî ku çend rojan qedexe li Sûrê rabû, ket hundirê Sûrê. Careke din jî jê derneket. Timî lê digeriyam. Min jê re digot 'kurê min derkeve'. Lê nedixwest derkeve. Digot, 'Dîroka me şewitandin. Ez ji yên li vê derê ne çêtir im ku derkevim'. Got, 'Eger bimirim min li şehîdgehê veşêrin'. Min jî ew li Licê venşart. Li ser wesiyeta wî min ew li şehîdgeha Goristana Yenîkoyê veşart. Her hefte ji Licê têm dîtina kurê xwe. Yên ku ev anîne serê me, bila Xwedê vê ji wan re nehêle."
ŞÎNA WÊ NEQEDIYA YE
Dayika Mahsûm Polat (21) Ayfer Polat ji roja ku kurê wê jiyana xwe ji dest da û vir ve şîna wan digire. Dayik Polat anî ziman, ku dema kurê wê li hundir bû, gava firsend bi dest diket bi rêya telefonê pê re daxivî û got, "Timî digot 'ez ji we hez dikim'. Her tim dikeve xewna min. Mîna ku di wêneyan de tê dîtin, timî dikene. Şîna li mala me neqediya ye. Ji roja mirina kurê xwe û vir ve ez reş girê didim. Heta bimirim jî ez ê reş girê bidim."
ROJÊ LI DIBISTANÊ, ŞEVÊ LI ÇEPERAN
Xwendekarê zanîngehê Mahsûm Gurkan (Bahoz Cûdî), di dema bûyera kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi destê polîsan de, ji dîmenê ji aliyê kamerayan ve hate kişandin, tê naskirin. Gurkan bi mehan bi rengekî çalak di nava berxwedanê de cih girt. Dayik Şenay Gurkan anî ziman, ku dema li Sûrê bûn, kurê wî timî amadekarî ji têkoşînê re dikir. Dayik Gurkan anî ziman, ku dema şer giran bû ew neçar ma derkevin û car carna diçû dîtina kurê xwe. Gurkan got, "Kurê min got ew ê dest ji Sûrê bernede û li wir ma. Kurê min di rojên destpêkê yên qedexeyê de bi rojê diçû dibistanê, bi şevê jî li ber xendekan heta ber destê sibehan nobed digirt. Ji ber ranediket, çavê wî sor dibû. Min jê re got, 'kurê min neke, hinekî bêhnê vede, bi şev neçe'. Lê wî digot, 'Eger dijmin di xewê de êrîş bike wê gelek heval şehîd bibin. Dayê dem ne dema razanê ye'. Piştî bûyera kuştina careke din ji Sûrê derneket. Bi moral bû, timî moral dida me. Tevî ku hevalên wî jê xwest derkeve jî, wî nexwest ji Sûrê derkeve. Digot, 'Ez ê heta dawiyê di çeperê de bim. Çend roj beriya şehîd bibe, bi telefonê li min geriya. Got, ew li malekê tevî 7 kesan birîndar e û ew ê dîl nekeve destê dijmin. Min jê xwest, ji wir derkeve. Wî got, 'ez teslîmî dijmin nabim'. Got, 'Eger em şehîd bûn, cenazeyê me di destê dijmin de nehêlin'. Bi tenê ev xwest. Got, ew ê heta mirinê li ber xwe bide. Pişte min dengê wî nebihîst."
MAMOSTEYÊ BERXWEDANÊ
Di berxwedana Sûrê de tevlî ciwanên diçûn dibistanê, mamoste jî hebûn. Yek ji van jî Erdal Tekîn (Zana Andok) bû, ku li Licê dest ji mamostetiya cografyayê berda û berê xwe da Sûrê. Erdal Tekîn di sala 1988'an de li gundê Kayacik ê Pasûrê ji dayik bû. Hê di emrê wî yê zarokatiyê de gundê wan ji aliyê dewletê ve hat şewitandin û bi vî awayî rûyê mêtîngerî û talanê yê dewletê dît. Zilma ku di zarokatiya xwe de nekarî li ber rabe, bi tevlîbûna li nava refên berxwedanê li ber rabû. Erdal ku ji aliyê her kesî ve weke 'Mamoste' dihat naskirin, xeyala wî ew bû ku tevî gelê xwe li axa xwe ya bi zorê jê hat derxistin vegere. Di vê oxirê de dest bi têkoşînê kir. Ti carî xwe ji têkoşînê venegirt û her tim li refên pêş cih girt. Di çeperên herî krîtîk de her tim amade bû û li vir jiyana xwe ji dest da. Ew jî li rex hevrêyên xwe yên di emrê xwendekarên wî de bûn, hat veşartin.
SIBE: Di bin navê 'cemawerîkirinê' de navçeya dîrokî tê talankirin