Dêrsimî li dijî 'Pakêta Ewlekariya Hundir' meşiyan
Dêrsimiyan bi meşekê 'Pakêta Ewlekariya Hundir protesto kirin. Parêzer Yildirim di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku ev pakêt wê rê li ber binpêkirinên mezin ên maf û azadiyan veke.

Hewldana Meclîsa Gel a Dêrsimê, li hemberî 'Pakêta Ewlekariya Hundir' a rê ber binpêkirinên mezin ên mafên bingehîn û azadiya veke, li Meydana Seyid Riza meşiyan. Di çalakiyê de nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bûl û hunermend Tûkç li gel hejmareke zêde Dêrsimiyan amade bûn. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Em ê rê endin OHAL a AKP'ê, bila Pêşnûme qanûna ewlekariya hundir were betalkirin" û "Emre Aslan ê YPG'yî (Elîşêr Dêrsim) namire" hatin vekirin.
Parêzer Bariş Yildirim daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku erka dozgerî û dadgehê ji polîsan re tê dayîn, her wiha erka bikaranîna çek û şîdetê ya polîsan tê berfirehkirin û destnîşan kir ku bi guhertinên tên kirin re Walî dibin waliyên OHAL'ê.
Parêzer Yildirim anî ziman ku pakêt gefê li mafên bingehîn ên mirovan û azadiyan dixwe û anî ziman ku bi vê pakêtê re ewlekariya hiqûqê ji holê tê rakirin.
'NÊZÎKATIYA BÊDENGKIRINA TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK'
Parêzer Bariş Yildirim got, "Diyar e ku Pakêta Ewlekariya Hundir, li dijî têkoşîna Kurdan, Elewiyan, karker û kedkaran, li dijî têkoşîna civakî ya ji bo lêgerîna mafên demokratîk tên meşandin, werin bêdengkirin, hatiye amadekirin."