Dêrsim dibe navenda bendav û HES'an
Dewleta Tirk a ku bi bendav û HES'an re xwezaya Dêrsimê talan dike, tevî bi dehan projeyên bendav û HES'an, 2 projeyên nû amade kiriye.
Dewleta Tirk a ku bi bendav û HES'an re xwezaya Dêrsimê talan dike, tevî bi dehan projeyên bendav û HES'an, 2 projeyên nû amade kiriye.
Li Dêrsimê bi bi dehan HES û bendavên tê xwestin bên çêkirin re, hewl tê dayîn çavkaniyên avê û xwezaya li Dêrsimê were tinekirin. Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Mûnzûrê di çarçoveya Qanûna Agahîwergirtinê de têkildarî projeyên bendav û HES 'ên tê xwestin li geliyê Mûnzûr û Pilemûriye bên çêkirin, serî li Midûriyeta Giştî ya DSÎ da û di encama vê serlêdanê de derket holê, li van projeyan 2 projeyên nû yên HES'ê hatine zêdekirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya li ser serlêdanê de hat gotin, "Di 31'ê Adara 2016'an de bersiv ji serlêdana me ya agahî wergirtinê re hatiye dayîn. Di nivîsa bersivdayînê ya DSÎ de, agahiyên li ser HES'ên tê xwestin li geliye Mûnzûr û Pilemûriye bên çêkirin, hatine dayîn. Li gorî bersivê, projeyên berê hatibûn plankirin û pêvajoya wan a ÇED'ê qediya ne, hînê hene. Tevî van projeyan 2 projeyên nû yên HES'ê hatine amadekirin. Li aliyê din tê dîtin ku temamiya projeyên Mûnzûrê jî bendavên ku dewlet dixwaze wan çêbikin e. Piştî ku projeyên Mûnzûrê ji nû ve ketin rojevê, em ji raya giştî û gelê xwe re dibêjin; wê di demeke nêz de projeyên Pilemûriyeyê jî careke din bikeve rojevê."
Li gorî vê yekê;
Li Geliyê Pîlemûriye:
1-Bendava Pilemûriye û HES
2-Pîlemûiye II HES Regulator-I
3-Pîlemûiye II HES Regulator-II
4-Regulatora Pîlemûriye û HES
5-Regulatora Hakîs û HES
6-Regulatora Haskar û HES
Li Geliyê Mûnzûrê
1-Bendava Bozkaya û HES
2-Bendava Kaletepe û HES
3-Bendava Konaktepe û HES I
4-Bendava Konaktepe û HES II
5-Bendava Akyayik û HES
Çemê Sîngeç (Çemê Xozadê)
1-Regulatora Çobandere û HES I
2-Regulatora Çobandere û HES II
3-Regulator Înkoy û HES
Çemê Tagar (Çemîşgezek)
1-Regulatora Gokçekoy û HES
2-HES A Tagar
Projeyên din
1-Regulatora Sansa û HES (Çemê Karasû - Sînorê Pîlemûriye - Erzîngan)
2-Regulatora Armagan û HES (Çemê Karasû - Sînorê Pîlemûriye - Erzîngan)
3-Regulatora Abdalan û HES (Çemê Şampaşa - Pîlemûriye)
4-HES a Derman (Buyukçeşme - Pîlemûriye)
Projeyên qediya ne
1-Regulatora Mercan û HES (Geliyê Mercan)
2-Bendava Ûzûnçayir û HES (Pira Mazgîrtê)
3-Regulatora Dînarê û HES (Çemê Dînarê)
4-Bendava Tatar û HES (Geliyê Perî)
5-Bendava Seyrantepe û HES (Geliyê Perî)
6-Bendava Pembelîk û HES (Geliyê Perî)
7-Bendava Ozluce û HES (Geliyê Perî)
8-Regulatora Çemîşgezek û HES (Çemîşgezek)