Derket holê ji 8 kesên li Farqînê jiyana xwe ji dest dan 3 jê hatine înfazkirin
Ji 8 kesên li navçeya Amed Farqînê di dema bomberdûmana çeteyên Qesrê jiyana xwe ji dest dan, derket holê ku 3 jê hatine înfazkirin.

Li bin tehtekî bi sedan metreyî dûrî cihê bûyerê xwîn û parçeyên tasa serê mirovan hat dîtin. Cerdevan jî vê rewşê piştrast dikin.
Li navçeya Amed Farqînê, piştî qedexekirina "derketina derve" di dema bomberdûmana li hemberî qadên Malê Gir û Şêlima de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin 3 ji van hatine înfazkirin. Piştî bomberdûmana ji şeva 14'e Nîsanê heta danê sibehê, helîkopteran leşker danîn herêmê. Di dema vê operasyona berfireh de 3 kes bi birîndarê hatin girtin. Tê gotin ku leşkerên Tirk gule berdane serê van her sê kesên bi birîndarî girtibûn û ew înfaz kirine.
Hat ragihandin, cerdevanên taxên Sedeqîn, Boşaltî û Baqûsê jî tevlî operasyonê bûne û van cerdevanan ji bo mirovên herêmê re gotine 3 kes bi saxî hatine girtin û hatine înfazkirin. Li bin tehtekî bi sedan metreyî dûrî cihê bûyerê jî xwîn û parçeyên tasa serê mirovan hat dîtin.