Şaredariya Îpekyolû ya Wanê xwest parkê çêbike, lê belê bi gotina 'Li parkê wê keç û xort li hev bicivin, li pêşiya Miftîtiyê tiştekî bi vî rengî nabe' Miftîtiya Bajêr bi zora polîsan li dij derket. Lê derket holê avahiya Miftîtiyê bi xwe qaçax e.
OKTAY CANDEMÎR
WAN / ANF
pêncşem, 31 adarê 2016, 07:10
Şaredariya Îpekyolû ya Wanê xwest parkê çêbike, lê belê bi gotina 'Li parkê wê keç û xort li hev bicivin, li pêşiya Miftîtiyê tiştekî bi vî rengî nabe' Miftîtiya Bajêr bi zora polîsan li dijî çêkirinê derket. Lê derket holê avahiya Miftîtiyê bi xwe qaçax e. Miftîtiya Tirk a li Wanê ku bi bahaneyên ecêb pêşî li çêkirina parkê girt, dixwaze dest deyne ser vê qadê.
Şaredariya Îpekyolû di çarçoveya biryara şaredariyê de li taxa Halîlaga îsal dest bi çêkirina parkê û wargeheke xwendekarên jin a ji 200 kesî, kir. Ji ber ku parka bê çêkirin li pêşiya Miftîtiya Bajêr e û wargeha xwendekarên jin jî li heman herêmê ye, Miftîtiya Tirk dest li vî karî werda. Bi biryara hevpar a Walîtî û Miftîtiya Tirk re çêkirina parkê hat sekinandin. Û di vê der barê de ti agahî ji Şaredariya Îpekyolû re nehat dayîn.
'LI PARKÊ DIBE KU TIŞTÊN CUDA RÛ BIDE!'
Nîqaşên li ser sekinandina çêkirina parkê dewam dikin. Derket holê ku Miftîtiya Tirk, hatina cem hev a jin û mêran 'mustehcen' dibîne, pêşî li çêkirina parkê girtiye. Rayedarên Şaredariyê li ser mijarê bi Miftîtiya Bajêr re hevdîtin kirin. Di vê hevdîtinê de ji rayedarên Şaredariyê re hat gotin, 'Park wê taxê aciz bike, em ne mecbûr in agahiyê bidin we. Hûn wargeha keçan jî li vir çêdikin. Dibe ku sibe li vir tiştên cuda jî rû bidin."
Çêkirina parkê bi biryara hevpar a Walîtî, Qeymeqamtî û Miftîtiya Tirk hat sekinandin. Di heman demê de derket holê ku avahiya Miftîtiyê jî bi awayekî bêdestûr hatiye çêkirin û qaçax e. Tevî ku destûr ji çêkirina avahiya nû ya Miftîtiyê re nehat dayîn jî, avahî îsal hat qedadin û kar lê destpê kir.
'EM Ê PARKÊ BIXIN BIN XIZMETA GEL'
Rayedarên Şaredariyê li ser mijarê ji me re axivîn û anîn ziman, ku Miftîtiya Tirk ji bo dest deyne ser qada parkê bahaneyên bi vî rengî ji ber xwe ve davêje. Rayedaran diyar kirin, Miftîtiya bajêr avahiyeke qaçax û bêdestûr çêkiriye û destnîşan kirin, tevî hemû astengiyan jî ew ê parkê çêbikin û bixin bin xizmeta gel.
Bi rêya telefonê me xwe gihandin rayedarên Miftîtiyê, lê ji me re gotin 'em ne mecbûr in daxuyaniyê bidin, em ê daxuyaniyê nedin."