Dêrik: Gel wê rê nede rejîmeke despot

Endamê komîteya rêxistinbûyînê ya projeya Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeyê Ferhat Dêrik got, "Ev sîstem ji feraseteke demokratîk pêk tê û gel wê careke din rê nede despotekî, destûrê nede avabûna rejîmeke despot."

Endamê komîteya rêxistinbûyînê ya projeya Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeyê Ferhat Dêrik got, "Ev sîstem ji feraseteke demokratîk pêk tê û gel wê careke din rê nede despotekî, destûrê nede avabûna rejîmeke despot."

Dêrik di hevpeyvîna xwe ya ji bo ANF'ê de bibîr xist, li Rojavayê Kurdistanê piştî ragihandina xweseriya demokratîk li ser vê bingehê gelek kar hatin meşandin, destketî hatin qezenckirin û got, "Ev destketî ji bo çareseriya krîza li Sûriyeyê bingeheke girîng afirandin. Li ser vê bingehê komîteya amadekar a federasyona demokratîk hat avakirin.

Li ser van destketiyan rêveberiyên her sê kantonan bûn yek û ji bo nîqaşkirina vê projeyê bang li gelan kirin. Komîteya amadekar jî ji nûnerên gelên li Rojava-Bakurê Sûriyeyê û nûnerên partiyên van gelan pêk hat. Vê komîteyê piştî amadekariyan, blgeyeke siyasî weke pêşnûme amade dikr û radestî meclîsa damezrîner kir. Delegeyên meclîsa damezrîner, li gorî her herêmê û xweseriya her pêkhateyê hat amadekirin û hejmar li gorî vê hat diyarkirin."

Dêrik işaret bi knogreya 16-17'ê Adarê kir û anî ziman ku di vê kongreyê de pêşnûmeya projeya sîstema federaliya demokratîk a Rojava-Sûriyeyê hat nirxandin û veguherî belgeyeke hevpar a jiyana hemû gelên li herêmê.

PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK

Dêrik got, "Ev yek projeya neteweya demokratîk e û şensê dide hemû gelan ku bi rengê xwe yê xweser bijî. Ev proje ne parçebûna Sûriyeyê ye, berevajî navê yekbûyîna Sûriyeyeke demokratîk e. Wekî din, li hemberî neteweperestiyê, maf û hiqûqa çandên cuda yên gelan ewle dike. Her wiha projeyeke demokratîk a ji feraseta azadîparêziya zayendî û ekolojîk e. Jin hîma bingehîn a vê projeyê ye û ciwan jî hêza bingehîn a bi cihanîna projeyê ye. Metna siyasî ya di vê çarçoveyê de derket holê, bi piraniya dengan hat qebûlkirin. Ev belge hevpeymaneke civakî ye, wê pêşî li destûra bingehîn veke. Ev yek jî rê li ber avabûna sîstemeke demokratîk vedike.

GEL WÊ DESTÛRÊ NEDE SÎSTEMEK DESPOT

Sîstem û gelên bûne xwedî feraseteke bi vî rengî ya demokratîk, wê careke din destûrê nedin despotekî, rê nedin avabûna rejîmeke despot. Ji bilî jiyana bi çand û xweseriya xwe, wê rejîmeke din qebûl neke. Ji aliyê giştî ve hiqûqa hemû federasyonan nas dike, lê belê di nava xwe de li gorî xweseriya herêm û gelan dijî. Sîstema federaliya demokratîk wê bi vî rengî pêş î li navendîbûn, pêşî li yekdestiyê bigire. Bi sazîbûyîn û rûniştandinê re federasyon wê ji Sûriye û tevahiya Rojhilata Navîn re bibe mînak."

PDK'Ê JI HÊZÊN MÊTÎNGER BÊHTIR ÊRÎŞÎ VÊ PROJEYÊ KIR

Dêrik der barê nerazîbûna li projeya federasyonê de got, "Hêzên ku di destpêkê de nerazîbûn nîşan dan, dewletên serdest ên çar parçeyên Kurdistanê dagir kirine. Tevî wan, Konseya Niştimanî ya Sûriyeyê û hêza herî fanatîk jî ENKSi li dijî derketin."

Dêrik da zanîn, ku tevî van derdoran, hêza ku mûalefeta herî tund û dijberiya projeya federasyonê kir, PDK ye û destnîşan kir ku PDK'ê ji hêzên mêtînger bêhtir êrîşî vê projeyê kir. 

Dêrik got, "Deriyê Sêmalka girt, ambargoya li ser Rojava şidand û daxuyaniyên li dijî federasyonê da. Fêmkirina polîtîkayên PDK'ê êdî tiştekî zehmet nîne. Reng û aliyê xwe diyar kiriye. Li nava refên hêzên dagirker mêtînger cih girtiye. Berê jî ev yek kiribû Di sala 1996'an de li dijî YNK'ê rabû tankên Saddam da anîn. Di sala 2014'an de Êzidiyên li Şengalê xist nava lepên çeteyên DAIŞ'ê."

PROJE ÇIQASÎ TÊ FÊMKIRIN, EWQASÎ REAKSIYONÊN ERÊNÎ JÎ DERDIKEVIN HOLÊ

Dêrik bal kişand ser reaksiyonên erênî yên ji bo projeya federaliya demokratîk û got, "Reaskiyonên erênî yên hatin nîşandan, zêde dernetin pêş. Lê daxuyaniyên erênî jî hatin dayîn. Sefîrê Bilind ê DYA got, 'ev proje dikare pêk were'. Wekî din li hin welatên Ewropayê nûnertiyên Rojava hatin vekirin. Ev hemû encamên vê projeyê ne. Li Rûsyayê jî daxuyanî hat dayîn û hat ragihandin, ku sîstema federal dikare pêşî li Sûriyeyê veke. Ev proje çiqasî bê fêmkirin, ewqasî wê reaksiyonên erênî jî zêde bibin."

Dêrik civînên li gelemperiya Rojavayê Kurdistanê yên li ser danasîna sîstema federaliya demokratîk bibîr xist û destnîşan kir, ku di van civînan de pirsên di hişê mirovan de ji holê radibin, proje bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin û hemû civîn bi giştî mîna şahiyekê derbas dibin.

...