Derbarê girtiyên Newroz pîroz kirin de lêpirsîn

Derbarê girtiyên Newroz pîroz kirin de lêpirsîn

Derbarê girtiyên siyasî yên Kurd ên ku li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ji ber Newroz pîroz kirin de bi daxwaza "cezayê hucreyê" bê dayîn lêpirsîn hat destpêkirin. Girtiyên siyasî gotin: "Diyar e ku ev hewildanekî bi zanebûn e. Bi salane em vê pîrozbahiyê dikin. Yekemîn car e lêpirsînek wisa tê vekirin."

Li aliyekî dengvedana Newroza Amedê ya peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin û zêdetirê 2 mîlyon kes tevlî bûn, di raya giştî ya Tirkiyeyê û Cîhanê de berdewam dike, li aliyê din pêkanînên provaktîf yên bêbaweriyê li hemberî "pêvajoya çareseriyê" tînin berdewam dikin. Bi salane bi hezaran girtiyên ji doza PKK’ê bi derfetên kêm Newrozê pîroz dikin îsal bi coş "Newroza aştiyê" pîroz kirin. Lê Rêveberiya 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ya bi salan têkildarî pîrozbahiyan de tu mueyîde pêk neyan derbarê girtiyên bi rojnameyên kevin li hewşê agirê Newrozê hilkirin bi hinceta "Zirar dan alav û amûrên saziyê" bi daxwaza 10 roj cezayê hucreyê bê dayîn lêpirsîn vekir. Sedema lêpirsînê rojnameyên li ser mazgalê hatin şewitandin û zirar da mazgalê hate nîşandan.

Ligel girtiyên ji doza PKK’ê, Parêzer Taylan Tanay û hevalên wî yên odeyê Avnî Guçlu Sevîmlî û Ulaş Dogan ên di doza DHKP-C'ê de girtî jî bi heman hincetê derbarê wan de lêpirsîn hate vekirin.

Girtiyan bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku vekirina lêpirsînê jî nayê qebûlkirin û wiha gotin: "Diyar e ku hewildanekî bi zanebûn e. Bi salane em vê pîrozbahiyê dikin. Yekemîn car e lêpirsînekî wisa tê vekirin. Di demên dawî de helwesta rêveberiyê li hemberî me hatiye guherîn û ji hemû tiştan re cezayên giran dide. Dema mirov vê nêzîkahiyê li ber çav digire bi fikar e."

Di daxuyaniya hatî dayîn de hate gotin ku Mazlum Dogan li Girtîgeha Amedê di şertên "wehşetê" de jî agirê Newrozê hil kir û wiha hate gotin: "Em şopkarên vê kevneşopiyê ne û dest ji agirê Newrozê nayê berdan. Cezayê hucreyê na cezayê mirinê jî me ji vê pîrozbahiyê û agir mehrûm nake."

Hêjayê gotinê ye ku di 21'ê adarê de dema peyma Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihate xwendin leşker û gardiyanan li Girtîgeha Çankiriyê êrîş li girtiyên kurd kiribû û gelek girtî di êrîşê de birîndar bibûn.