Platforma Astengdaran a Amedê bi wesîleyê 3’yê berfanbarê roja Astengdaran a Cîhanê daxuyaniyek da û daxwazên xwe anîn ziman.
Platforma Astengran a Amedê bi wesîleyê 3’ê kanûnê roja Astengran a Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku Qanûna Seqetan qelse û got bila bi Qanûna Astengdaran bê guhertin. Endamên platformê li Sumerparkê hatin cem hev û li ser navê endaman berdevkê Meclisa Astengdaran a Yerel Gundem 21’ê A. Azîz Dayan kir. Dayan wiha got:
“Ligel Qanûna Astengdaran qelse jî biderxistina hin xalan qanûn bê bandor maye. Astengdarên ji hejmara 2022 a qanûnên pere digire, ger li cihekî bixebite pereyê wan tê birîn. ji ber vê astengdar nakevin jiyana kar. Di qada cemawerî de valahiya 25 hezar astendaran heye. Bila ev valahî di butçeya 2013’an de cih bigire. Li herêmê nexweşiya SSP gelek zêde ye. Li herêmê bi salane norologên zarokan tune ji ber vê nexweş û malbat mexdur dibin. Li Tirkiyeyê astengdar ji derveyê sîgorteya tenduristiyê dimînin û got rastî newekheviyê tên.
Dayan daxwaz wiha rêz kirin:
-Bila der barê astengdaran de wezaretek ava bibe
-Di her pêngavê de li Meclisê, li meclisa giştî herî divê ji sedî 10 kotaya astengdaran pêk bê.
-Divê Qanûna Seqetan wek Qanûna Astengdaran bê guhertin.
-Pereyê lênerîna malê divê wek pereyê lênerînê bê sererastkirin
-Divê ji bo astengdarên dixebitin mehaneya 2022’an bê girêdan
-Pereyê 3 mehan carê didin astengdaran divê mehê carê weke pereyeke kêm bê dayîn
-Mafên di makeqanûnê de tên asîn demildedt pêk were
-Di her qadê de jib o astengaran wekheviya pozîtîf pêk were
-Divê ji bo her komên astengdaran saziyên perwerdê bên vekirin
-Divê rewşa astengdariyê ji sedî 40 bê sînorkirin, her wiha divê Tirkiye li gorî Peymana ÎLO tevbigere.
-Divê asansorên avahiyan ji katê herî jêr bên aktîfkirin
-Li hemû cihên bajaran divê ji bo derbasbûna astengdaran derfet bê afirandin.
-Di ronahiyên trafê de divê pergala sînayalîzsyona bi deng bê zêdekirin
-Divê li peyarêyan rampa bê danîn