Kongreya Demorkatîk ya Gelan HDK li Enqerê civata giştî pêk tîne. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku, ji bo piştgiriya greva birçîbûnê, ji bilî civata giştî hemû xebatên li meclîsê rawestandine.
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina civata giştî ya HDK'ê de, bal kişand ser greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Demîrtaş xemsariya hikumeta AKPê ya beramberî greva birçîbûnê ya ku ev 60 rojin didome, bi zimaneke tund rexne kir.
Demîrtaş anî ziman ku, AKP siyaseta mijûlkirinê dimeşîne û li hemberî jiyana mirovan ne ji dil, û li gorî keyfa Tayîp Erdogan tevdigere. Demîrtaş bi bîr xist ku AKP û Erdogan hemû qanûnan bin pê dikin û got: Dozger dema zarokek kevirekî diavêje, lêpirsînan vedikin. Lê belê tevî ku Erdogan û hevalên wî, xwe dixin dewsa dozger û dadger biryaran digirin, heman dozger li hemberî Erdogan û hevalên wî newêrin dengê xwe derxînin û ti tiştî bikin.
‘EM JÎ DEST BI ÇALAKIYA BIRÇÎBÛNÊ DIKIN’
Demîrtaş da zanîn ku ji destpêka greva birçîbûnê û pê ve ew ji bo daxwazên girtiyan di nava tevgerê de û got: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Wan dengê xwe dan me û em hilbijartin. Em nûnerên wanin. Daxwazên wan daxwazên me ne jî. Mirin be jî, emê bimirin. Ji bo ev daxwaz bi cih werin, çi ji destê me were, em dikin û em dê bikin. Em jî dest bi grevên birçîbûnê dikin. Lê em dê tenê li cihêkî rûnenin, em dê dîsa bajar bajar, navçe bi navçe bigerin û balê bikisînin ser rewşê."
Demîrtaş diyar kir ku, wan ji ber grevên birçîbûnê, ji bilî xebatên civata giştî, tevî Komîsyona Destûra Bingehîn, hemû xebatên li meclîsê rawestandine û wiha dewam kir: "Lê belê ji bo em mijarê bînin rojevê û mafê axaftinê bistînin, hevalên me wê tevlî civata giştî ya meclîsê bibin."
Demîrtaş careke din ji hemû raya gistî xwest ku ji bo daxwazên girtiyan bi cih werin, dengê xwe bilind bikin.