Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di Kongreya HDP'ê ya Sêrtê de axivî û bal kişand li ser destnedayînan û wiha got: "Niha hesabên zirav ên kesê li Qesrê heye. Ji bo ku li welat dîktatoriyê ava bike, HDP'ê li hemberî xwe asteng dibîne. Heta ku HDP'ê ji holê raneke wê dilê wî rehet nebe. Ew ê nikaribe dîktatoriyê ava bike. Ji bo vê em tenê man. Partiyên muxalefetê li hemberî Qesrê çok şkandin. Di polîtîkaya şer de li hev kirin."
Yekemîn Kongreya Awarte ya HDP’a Sêrtê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ve bi şîara "Em ji bo azadiyê li ber xwe didin ji bo demokrasiyê xwe bi rêxistin dikin" hate lidarxistin. Piştî hilbijratina diwanê Demîrtaş axivî. Demîrtaş wiha got:
"Desthilatdarekî ku qîmeta HDP'ê fêm nake, welat ber bi tarîtiyê ve dibe heye. Bila gelê me bawer bike ku em ji rakirina destnedayînan natirsin. Ji ber ku ew ê winda bikin. Em winda nakin. Qey dibêjin heke destnedayîna HDP'ê bê rakirin em ê çokan bişkînin û bibêjin me efû bikin. Ma gelo hûn dibêjin em wekî we qeşmerên qesrê ne? Fikara me ji bo mirovahî û welatê me ye. Em ditirsin ku welat ber bi rewşekî xirabtir ve biçe.
ME DOZ Û BERJEWENDIYÊN GELÊ XWE PARAST
Me tiştekî ku fedî bikin nekiriye. Şukir ku kes me bi ruşwetê, bi dizîna kaseya dewletê û ya gel sûcdar nake. Me doz û berjewendiyên gelê xwe parast. Hemû tiştên ku em dibêjin ji bo aramiya welat e. Em heman tiştî jî dubare dikin. Em bi derew û îftirayeke mezin re rû bi rû ne. Ji xwîna ku diherike HDP'ê sûcdar dikin. Lê bawer bikin êdî ew jî bi derewên ku dikin bawer nakin.
PARTIYÊN MUXALEFETÊ LI HEMBERÎ QESRÊ ÇOK ŞKANDIN
14 sal in hûn desthilatdar in, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek caran derfetên ku derketin we nenirxand. Ma we gaveke rast avêt û hûn li hemberî polîtîkayên şer sekinîn qey me piştgirî neda? Heke îro hûn vegerin polîtîkayên aştiyê, em ê ji bo xatirê dayikan û ciwanên ku dimirin dîsa piştgiriyê bidin. Hûn mirovan dixin nava şer. Niha hesabên zirav ên kesê li Qesrê heye. Ji bo ku li welat dîktatoriyê ava bike, HDP'ê li hemberî xwe asteng dibîne. Heta ku HDP'ê ji holê raneke wê dilê wî rehet nebe. Ew ê nikaribe dîktatoriyê ava bike. Ji bo vê em tenê man. Partiyên muxalefetê li hemberî Qesrê çok şkand. Di polîtîkaya şer de li hev kirin. Ev her sê partiyan dîsa bîat kirin. Çima birayên me yên Tirk li dijî biryara şer û netewperestiya li her derê welat ji van partiyan re tiştekî nabêjin. Tenê ev e, em li parlamentoyê bin jî nebin jî ma çi ferq dike?
Em evîndarê qoltixan nînin, wê di demeke nêz de guhertina destnedayînan bînin meclîsê. Em ê bibînin kî li dora Qesrê ketine rêzê. Yên ku li dijî vê yekê derkevin ji hesabên wan zêdetir e. Em ê di dema dengdayînê de bibînin, ez bi hestiyariya wekîlan bi bawer im, dem dema dersdayîna vê desthilatdariyê ye. Ev di meclîsê de hilbijartineke dîrokî ye. AKP, kesên ku tirîlyonan pere birine ye. Dernexistin pêşberî darazê. Ya ku ev yek kir AKP ye.
WÊ KÎ KÊ BIDARIZÎNE EM Ê BIBÎNIN
Niha me ji ber axaftinên ku me kirine derdixînin pêşberî daraza xwe. Ti komîsyonên hiqûqê yên AKP'ê nikare me bidarizîne. Em ê ti caran ji darazeke adil û serbixwe netirsin. Ti hêza wan têrê nake me bidarîzinin. Wê kî kê bidarizîne em ê bibînin. Em bi dengên helal ên gel hatin vê derê, çiqas mafê te li meclîsê heye yê me jî ewqas heye.
NIKARIN ME TESLÎM BIGIRIN
Tu ne midûrê me, ne jî amîrê me yî, tu jî wekîl î. Tu bûyî serokwezîr, desthilatdar ji bilî vê ti ferqa me tuneye. HDP'e wê li hemberî vê rewşê serê xwe netewîne. Me nikarin bi vî rengî teslîm bigirin. Ti caran morala xwe xera nekin. Me hemû amadekariyên xwe kirine. Em alîgirên aştiyê ne. Ev polîtîkayên erzan wê têk biçin. Ji sedî 50 deng girtine, lê ditirsin. Niha jî ji hilbijartiyên we ditirsin. Em ser bilind in. Me tiştekî ku fedî bikin nekiriye. Li hemberî qanûn û gel serê me bilind e. Li Agiriyê, Zîlanê her derê ev yek kirin. Di salên 90'î de jî bi heman ferasetê nêzîkî me bûn. Ev feraset nû derneketiye holê. Banga 'an serî bidî yan jî serî bitewînî' li PKK'ê bikin ez ê fêm bikim. Lê, dixwazin bi gel serî bidin tewandin. Em partiyeke 6 mîlyon deng girtî ne. Ew wekî Misilman pênase dikin, xwezî wisa bin. Yên ku di dilê wan de tirsa Xwedê hebe, ma cenazeyan dişewîtîne? Xwezî Serokkomar û Serokwezîr ji Îslamê fêm bikin. Ji ber ku Misilman zilmê nakin. Misilmanek cenazeyê jinekê tazî nake û wêneyên wê nakişîne. Binêrin Seydano ne wisa ye?
Wan îslam ji bo nixumandina qirêjiyên xwe bi kar anîn. Binêrin li weqfên ku ava kirine çi bi zarokên bi çûk dikin. Ma kesên bi wijdan, bi exlaq gelo wê zarokan neparêze? Exlaqê van li Weqfa Ensarê derket holê. Serokkomar li dijî vê yekê yek gotin nekir. Her carê heqaretê li HDP'ê dike, lê careke jî ji tecawizkaran re tiştek negotiye. Ez ji kesê li Qesrê re dibêjim. Bibêje tiştên li Karamanê şaş e. Çima nabêjî. Heke exlaqê te li gorî vê ye, tiştekî nabêjim. Heke tu ji bo wan zarokan li dijî wan tecawizkaran dernekevî berpirsyar tu yî. Di dema AKP'ê de li Pozanti û Karamanê tecawizî zarokan hate kirin.
LI HER DERÊ ÇETEYÊN DAIŞ'Ê HENE
Her derê Tirkiyeyê di destên çeteyên DAIŞ'ê de ye. Qasî ku di dema we de bê exlaqî derket holê ti demê tunebû. Ev hemû di bin navê partiya Îslamê de kirin. DAIŞ'ê çawa zirar da Îslamê, çawa li sûkan jin firotin, ev yek jî di bin navê Dewleta Îslamê de kir.
Du roj in li Stenbolê bi serokên welatên Îslamî civînê li dar dixin. Bala xwe bidin, ew Qiralê Siûdî heye, Qralê axa pîroz e. Tê gotin ku tuwaleta vî qralî jî bi zêr ve hatiye çêkirin, qesra ku herî mezin a cihanê ye. Bi milyonan dolar pere di du rojan de xerc kir. Ev pereyên kesên ku diçin hecê ye. Navê vî serokê jî serokê Îslamê ye. Serokê 56 welatên Îslamê kom bûne, her yek ji wan jî welatiyên xwe dieciqînin. Piştre jî dibêjin çima li welatê Îslamê xwîn diherike. Ji ber mejiyên yên wekî we xwînê diherikînin. Gelên we di nava sefaletê de dijîn, hûn jî pereyên gel xerc dikin. Rêya rizgariya gel û Îslamê ji xilasbûyina dîktatorên bi vî rengî re derbas dibe.
'LI HEMBER CÛDAXWAZIYÊ BÊDENGÎ BÊ RÛMETÎ YE'
Li vî welatî aştî avakirin karê 10 rojan e. Heke em li welatekî ku wisa cudaxwazî tê kirin bêdeng bîminin em ê bêrûmet bin. 15 milyon HDP'î wê ji welatîbûnê derxînin. Ev der welatê HDP'ê ye. Hê beriya 3 salan ma negot li Osmanî, eyaleta Kurdistanê hebû? Niha ji ber ku ev rastiyan em dibêjin dixwazin destnedayînên me rakin. Heqîqeta welat em diparêzin. Hûn çima bi zorê 20 milyon Kurdan înkar dikin.
Canê me ji yê ti kesekî bi qîmetir nîne. Em ê zindanê ji wan re bikin zindan. Ew ditirsin. Em di rêya doza heq de ne. Gelê Botanê û Sêrtê wê ji sekna xwe tawîz nedin. Ev rojên zehmet wê derbas bibin. Bila dilê we rehet be."
Piştî axaftinan di hilbijartina hate kirin de Necîbe Îlhan û Abdullah Çetîn wekî Hevserokên HDP'ê yên Sêrtê hatin hilbijartin.