Demîrtaş: AKP baweriyê nade
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di Kongreya HDP'ê ya Êlihê de axivî û diyar kir ku daxuyaniya Heyeta Îmraliyê û hikûmetê gelek girîng e û ew ê vê hê bêtir şênber bibînin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di Kongreya HDP'ê ya Êlihê de axivî û diyar kir ku daxuyaniya Heyeta Îmraliyê û hikûmetê gelek girîng e û ew ê vê hê bêtir şênber bibînin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di Kongreya HDP'ê ya Êlihê de axivî û diyar kir ku daxuyaniya Heyeta Îmraliyê û hikûmetê gelek girîng e û ew ê vê hê bêtir şênber bibînin û wiha got: "Bi taybet em ê di 'paketa ewlekariyê' de bibînin. Gelo wê vê yekê sererast bikin? Ev paket li dijî DMME û mafên mirovan e û em qebûl nakin. Li vir banga me ji hikûmetê re ew e ku rawestinin. Bila hikûmet kom bên cem hev û ji nû ve nîqaş bikin. Em ê têkoşîna xwe hê bilind bikin."
Rêxistina HDP’a Êlihê 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Salona Sporê ya Sergirtî bi tevlîbûna hezaran kesî pêk anî. Hezaran welatiyên di saetên serê sibehê de li gel qedexirina kincên heremî bi cil û bergên xwe yên gelerî hatin qada kongreyê. Li salona kongreyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên pêşengên PKK’ê, Şervana YPJ’ê Arîn Mirkan, wêneyên sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemaz, wêneyên sembola Rojava nîşan didin, alên HDP’ê, PKK, KCK û rengê kesk, sor û zer hatin xemilandin. Di kongreyê de bi 14 zimanan pankartên silavkirinê hatin daliqandin. Hevserokê Giştî yê HPD'ê Selahattîn Demîrtaş, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulistan Akel, Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan û rêxistinên saziyên sivîl beşdarî kongreyê bûn.
Di salona kongreyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê” hatin berzkirin. Dema Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demîrtaş ket hundirê salonê bi çepik û dirûşman hat pêşwazîkirin. Piştî rêzgirtinê diwan hate hilbijartin û piştre Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dest bi axaftina xwe kir. Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de Şervana YPJ'ê Mizgîn Onar bibîr anî û diyar kir ku Mizgîn li hemberî zilam DAIŞ'ê şer kir û ji bo gelê xwe şehîd ket. Demîrtaş di heman demê demê Yaşar Kemal û Mela Mustafa Barzanî bibîr anî.
'HDP HÊVIYA HEMÛ GELAN Û AZADIYÊ YE'
Demîrtaş diyar kir ku kesên ji bo hilbijartina 7'ê Hezîranê de di HDP'ê de dibin wekîl peywirek gelek zor hildigirin û wiha got: "Wê îsyanek zor û peywirek zor hilbigirin. Tenê ji bo Êlihê na ji bo hemû Kurdistan û Tirkiyeyê. HDP hêviya hemû gelan û azadiyan e. Hemû kes vê yekê dizane. Ti tirsa vî gelî li hemberî zilim û zordariyê tine ye. Ev gel netirsiya û natirse jî. Hemû kes dizane HDP ji bo gelên bindest têkoşînê dimeşîne. HDP têkoşîna hemû mirovan diparêze. Divê em li her derê ala HDP'ê bihijînin. Heke em bixebitin em ê hemû wekîlên HDP'ê qezenc bikin." Demîrtaş anî ziman ku hinek partî ketine rêzê û heke HDP bendê derbasneke bikevin meclîsê.
'LI HER DERÊ DIXWAZIN PROVOKASYONÊ BIKIN'
Demîrtaş balkişand ser îdîayên HDP'ê li Kurdistanê gef li hin partiyên siyasî xwarin û wiha pêde çû: "Dibêjin 'HDP li ser vê axê ji bilî xwe destûrê nadin ti kesên din siyasetê bikin' Heya niha kî rastî zextan hat? Hûn bûn dema ku meş li dar xistin rastî êrîşa bi copan hatin û ji ber ku ala xwe bi partiyê ve daliqandin hatin darizandin. Me ev jiya. Niha derketin di nava partiya desthilatdar de cih digirin. Dixwazin HDP di bin bendê de bimîne. Berdevkê hikûmetê vê yekê saz dike. Ev keriyê wawîkan dixwaze li her derê provokasyonan bike. Li hemberî vê yekê baldar bin. "
Demîrtaş destnîşan kir ku ew ê di hilbijartinê de AKP'ê têk bibin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em ê bi sebir û lê bi coş xebata hilbijartinê bikin. Em ê AKP'ê têk bibin. Ji ber wê yekê li hemberî provokasyonan baldar bin. Em dizanin van berê çi kiriye. Serap Eser di otobusê de şewitandin. Niha dibêjin em li hemberî molotofê zagonan derxin. Di pêvajoya hilbijartinê de dixwazin bikin li Çewlîkê 4 kes înfazkirin. Dozger got ku têkîliya înfazê û kesên polîs kuştin tineye. AKP'ê li wan polîsan jî da."
'DU ALIYÊN GIRÎNG ÊN BANGÊ HENE'
Demîrtaş bal kişand ser daxuyaniya hevpar a Heyeta Îmraliyê û hikûmetê û wiha got: "Duh Heyeta Îmraliyê û hikûmetê daxuyaniyek hevpar dan û em dikarin bêjin em careke din ber bi serdemeke bi hêvî ve çûn. Gavekî gelek girîng e. Du aliyên girîng ên bangê hene. Yek a dikeve ser milê AKP'ê bike. Ya duyemîn KCK banga bêçekbûnê bike. Em dizanin ku Birêz Ocalan bi vê peyamê samîmiye. Em bi bawerin KCK ya dikeve ser milê xwe wê bike. Lê em bi AKP'ê ne bawer in. Pratîka 13 salan li ber çavan e. Heyeta me ti daxuyaniyên 'Baweriya me bi AKP'ê tê' nedane. Lê ligel vê yekê daxuyaniyên min û heyet ma weke li dijî ne nîşan didin. Erdogan serokatiya AKP'ê dike. Ti baweriya min a AKP wê ji vî welatî re azadiyê bîne tineye. Bi taybet em ê di 'paketa ewlekariyê' de bibînin. Gelo dê vê yekê sererast bikin? Ev paket li dijî DMME û mafên mirovan e û em qebûl nakin. Li vir banga me ji hikûmetê re ew e ku rawestînin. Bila hikûmet kom bên cem hev û ji nû ve nîqaş bikin. Heke em ê têkoşîna xwe hê bilind bikin." Demîrtaş anî ziman ku peywira wan a herî girîng dawî ji zilma AKP'ê re anîne.
Piştî axaftinan ji hevserokatiya HDP'ê ya Êlihê re Bahîr Karaagaç û Rojda Surucu hatin hilbijartin.