Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel bal kişand ser kampa dewlet li Mereşê çê dike û got, "Ev der ne ji bo mirovên ji Sûriyeyê koç kirine, ji bo rêxistinbûyîna çeteyên El Nûsra û DAIŞ'ê tê avakirin."
Hikûmeta AKP'ê bi israr dixwaze penaberên ji Sûriyeyê hatine li Kurdistanê bi cih bike û rewşa demografîk biguherîne.
Di serî de Mereş, hewl tê dayîn li gelek bajaran penaber werin bicihkirin. Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel mijar ji ANF'ê re nirxand.
'POLÎTÎKAYA AKP'Ê ŞAŞ E'
Demîrel got, "Hikûmet û desthilatdariya AKP'ê dixwaze penaberên ji Sûriyeyê hatine û tên, li bajarên Kurdistanê yên hatine xerakirin bi cih bike û bi vî rengî demografiya Kurdistanê biguherîne". Demîrel ev nirxandin kir: "Qîma xwe bi vê jî nîne. Hin herêman bitaybetî erasên gel ên li Mereş, Pazarcixê ji nû ve dîzayn dike û li wir kamPên penaberan ava dike. Dibêjin wê penaberan bînin van qadên bi taybetî Elewî lê dijîn. Lê li gorî me, ev kamp ne ji bo xêra mirovên ji Sûriyeyê hatine tên avakirin. Ji bo bibe hêlîna rêxistinbûyîna çeteyên El Nûsra û DAIŞ'ê tên çêkirin û bi vê yekê re wê gelan û van çeteyan bîne hemberî hev. Weke partî me îro li ser vê mijarê pêşnûme pirsek pêşkêş kirin. Bi taybetî di ser Pazarcixê re dewlet bêyî guhd bide daxwazên gelê li wê derê, yekser dest datîne ser qadên jiyanê yên mirovan û van deveran vediguherîne kampan."
Demîrel bibîr xist, ku dewlet hewl dide bi taybetî li herêmên li ser sînor ên weke Cizîr, Sêrt, Dîlok, Mereş û Mêrdînê penaberan bi cih bike û got, "Ji aliyekî ve dixwaze Kurdan ji cih û warên wan bikin û polîtîkaya asîmîlasyonê bimeşîne, li aliyê din jî hewl dide çeteyên DAŞ'ê li van herêman bi rêxistin bike. Tirkiye di heman demê de dixwaze vê polîtîkayê li hemberî Ewropayê weke şantajê bi kar bîne û têkiliyên xwe yên bi Elmanyayê re sererast bike. Em di wê baweriyê de ne ku ev polîtîka şaş e. Tirkiyeyê peymaneke qebûlkirina yên tên vegerandin îmze kir. Bi vê yekê re wê li gorî dilê xwe mirovan ji welatên Ewropayê radestî Tirkiyeyê bikin. Di şert û mercên vegerandinê de mayîna ji bo demekê ya li Tirkiyeyê heye. Tê gotin, ji bo vê jî wê alîkariya aboriyê bidin Tirkiyeyê. Tirkiye bi vê polîtîkayê re hewl dide xwe bi Ewropayê girê bide û taybetmendiya demokgrafîk a li vir biguherîne. Û ji aliyê aborî ve jî budçeya ji wir werdigire, dixwaze ji xwe re bike sparteyek."
'AKP HEWL DIDE POLÎTÎKAYEKE LI QADA SIYASÎ XIZMETÊ JÊ RE BIKE, AVA BIKE'
Demîrel da xuyakirin, ku hejmara mirovên ji Sûriyeyê hatine roj bi roj zêde dibe û got, "Tirkiye hîmekî şerê xwe yê qirêj li ser penaberan daney rûniştandin ku vê yekê li hemberî Ewropayê weke şantajê bi kar tîne. Halbûkî me îro dît, 2 kesên ji Sûriyeyê hatine, li cihê ku ji bo wergirtina nan çûn hatin lînçkirin. Ji aliyekî ve jî polîtîkayeke bi vî rengî tê meşandin. Polîtîkayeke di qada siyasî de xizmetê ji qada siyasî ya AKP'ê bike tê avakirin. Bi peymana qebûlkirina yên tên vegerandin re di navbera Ewropa û Tirkyeyê de bazariyek pêk hatiye. Li gorî vê bazarê, mirovên bi dizî xwe gihandine welatên Ewropayê wê li Tirkiyeyê bên evgerandin. Di encama vê yekê de jî wê pîvanên jiyanê qels bibin, krîza aboriyê zêde bibe, taybetmendiyên demografîk bên guhertin, polîtîkayeke asîmîlasyonê li her derê bê belavkirin û li Tirkiyeyê ji bo çetebûyînê qadeke berfireh bê vekirin. Em dibînin li Tirkiyeyê ev pirsgirêka penaberan kûrtir dibe."