Li navçeya Şemzînanê cenazeyê zarokê 14 salî Faris Demîrcan yê ku duh di teqînê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin.
Duh êvarî di ketina navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê teqîn pêk hat. Di teqînê de zarokê binavê Faris Demîrcan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn. Malbatê piştî cenazeyê Demîrcan ji Nexweşxaneya Dewletêya Colemêrgê wergirtin, anîn Şemzînanê. Cenazeyê Demîrcan li Goristana Navendî ya Navçeya Şemzînanê bi girseyî hate defin kirin.