'Dema rêgezên exlaqî xera bûn, hevsengiya ekolojiyê serûbin bû'

'Dema rêgezên exlaqî xera bûn, hevsengiya ekolojiyê serûbin bû'

Yek ji 8 komîsyonên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kir, ekolojî ye. Hêmanên neteweya demokratîk yek jî jiyanek xweş û bedew e, di nav xwezeyê de bi xwezeyê re di nav hevsengiyekê de jiyankirin e. Eger tu deriyê mala xwe jêbikî wê hemû qirş û qal bikevin mala te. Ev dinya jî ‘mala me hemûyan e’ divê em deriyê mala xwe ji toz û gemarê re vekirî nehêlin. Niştecihên Mexmûr vê hestê pir baş dizanin, dema toz û kulxana çolê radibe divê derî û pencereyên xaniyên xwe bigirin ji bo ew toz nekeve malên wan. Ev dinê jî mala me ye divê em li ber her qewimînên xirab bibin xwedî helwest. Hêmana neteweya demokratîk dostaniya li gel xwezeyê ye. Me jî li ser van mijaran bi endama Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Pelşîn Tolhildan re hindekî sohbet kir. Wê bi hestiyariya jiyaneke ekolojîk û dosteniya xwezeyê diyar kir ku; ekolojî weke têgîn pir dereng ketiye rojevê, lê weke zanebûn an jî weke di ferqê de bûyînê, civaka Rojhilata Navîn jê ne xebrîp e.

DI DEMÊN BERÊ DE PIRSGIRÊKÊN EKOLOJIYÊ TINEBÛN

Pelşîn Tolhildan destnîşan dike ku: Weke têgîn ekolojî, zanista ku têkîliyên zindiyan bi xwezayê re beramberê hev û bandorbûyîna li beramberî hev lêkolîn dike. Di hemandemê de di gerdûnê de çiqas zindî hene, têkiliyên wan zindiyan bi hevre, dîsa têkiliyên zindiyên cuda cuda û têkîliyên xweza-atmosferê lêkolîn dike. Ekolojî weke têgîn pir dereng ketiye rojevê, lê weke zanebûn an jî wekî di  ferqê de bûyîn civaka Rojhilata Navîn jê ne xebrîb e. Dibe ku navê wê lê nehatiye kirin, wekî têgîn nehatiye şîxûlandin, lê jê pir ne dûre. Golekê bifikirin, zindiyên di wê golê de, ji masiyan heya zindiyên din, zindiyên biçûk heya yên mezin, bi giştî av bi xwe, xeleka debarbûyînê, di hundirê wê de çiqas zindî hebin ev dibe ‘ekosîstem’, ger mirov hê berfireh bifikire bi giştî dinya dibe ekosîstem. Ji hewayê bigire heya zindiyan, ji lawiran heya şînkayê ev hemû dibe ekosîstem. 

Dibe ku ji aliyê rojava ve wekî têgîn berê 200 salî hatiye bi nav kirin. Di vê dema nêz de wek pirsgirêk girtine dest. Em nikarin di demên berê de behsa pirsgirêkên ekolojî bikin. Ji ber xweza bi xwe di nav xwe de bê guman mirov jî heya ku şiyarbûna wî li hember xwezayê hebû. Yanî di têkîliyên beramberê hev de hevsengiyek heye. Tahrîbatek pir mezin nîn e. Mirov jî tê de heya 100-200 sal berê tehrîbatên pir mezin tineye. Ger em dinyayê wekî ekosîstemekê bifikirin, di asta herî jor de rewşek xeter tinebû. Ji ber ku di despêka civakbûnê heya wê demê însan xwe wekî perçeyekî heya wekî zarokek xwezayê dibîne. Ji ber vê jî çawa ku zarokek zirar nade dayîka xwe, mirovek zirar nade mala xwe însan jî 200 sala berê xweza diparast, heya wê demê ev zanebûn pir kûr tê jiyîn. Bi taybet em cihên wekî gundan mêze bikin,  taybet jî di rojhilata navîn de ev li gor rojava hê pêşketiye. Dibe ku li rojava ev hat niqaş kirin, lê li rojhilata navîn ev zanebûn hîn kûr e. Gundî dizanin wê kêjan demê çi biçinin, wê kêjan darê aşî bikin. Heya dema ku axê diçinîn jî, salekî diçinin, sala din naçinin ev wekî şêwazek bêndana axêye. 

EKOLOJÎ BI RÊGEZA EXLAQÎ VE PIR GIRÊDAYÎ YE

Tolhildan dide diyarkirin ku: Weke bi ruhe wisa lê nihêrîne. Jixwe heya ku ev zanebûn hebûye pirsgirêkek ekolojî tinebûye. Dibe ku qeza çêbûne, daristan şewitîne, lê bi destê mirov, bi zanebûn ziyan nehatiye dayîn. Kêngê mirov ji zanebûna ew jî perçeyekî vê pergalêye qut bûye wê demê pirsgirêkan jî despê kiriye. Di derbara vê de nirxandinek Rêber Apo ya pir balkêş heye. ‘Dema ku pêkhateya exlaqî hildiweşe, wê demê pirsgirêka ekolojiyê jî despê dike’. Nexwe ekolojî bi rêgeza exlaqî ve pir girêdayî ye. Çawa ku em zarok bûn ji me re dihat gotin, pir baş tê bîra min, çawa ku mafê te yê jiyanê di vê dinyayê de heye yê çûkekê jî heye, ya hemû zindiyan jî heye.” Ji ber vê jî heya ku ji destê te tê, tu yê bê ku wan bêşînî jiyan bikî, pêwîste tu mafê wan jî bibînî. 

Bi kapîtalîzmê, ezeziyê, takekesiyê re ev çawa xera dibe? Her tiştî tenê ji bo xwe, ji bo berjewendiyên xwe, ji bo kar kirinê digirin dest. Bila feyda me jê çêbe, bila xweza xirabe, bila av qirêj bibe çi dibe bila bibe. Lê dema mirov vê bi civaka kevin re dide ber hev, av, ax, hewa, xweza pîroz e. Ev ji bo wan rêgez e. Lê di kapîtalîzmê de rêgezek wiha nîne. Her tişt ji bo min e. Ez dikarim biçim lawiran bikujim postên wan bişuxlînim. Cudabûna subje-obje şûnde, dema ku mejî ji giştîbûnê qetiya her tişt ji bo berjewendiyên wî ne. Her ku çû serdema endustriyê her pêşket her tişt ji bo berjewendiyên şîrketên mezin, hinek jî ku pêşte çû, êdî niha hertişt ji bo çend şîrketên mezinin. Ji bo berjewendiyê çend zengînan, dibe avê me qirêj bibe, xweza xira bibe, tebeqeya ozonê xira bibe, ji bo ku ew çend salan baş jiyan bikin bila her tişt xira bibe. 
Niha tehlûkeyeke wiha heye. Ev ji aliyên hemû zanist, saziyên civakî û ji aliyên rêxistina me de jî tê pejirandin. 
Her wiha heya demeke ji ber bandora sosyalîzma rêl nêzîkatiya me jî ji pirsgirêka ekolojiyê re, ya jinê re çawa ku di sosyalîzma rêl de ev mijar di rêza duyem de bûn, gel me jî wisa bû. Ji ber weke ku pirsgirêka esasî di siya xwe de dihêle dihat fêm kirin. Ekolojî jî hinek wisa hat fêm kirin. Lê îro her kesek, ji çepê heya rastê hemû tevger jî qebûl dikin ku pirsgirêka ekolojiyê ya hemû mirovahiyê ye. Ji ber ew hewaya tu dikişinî hundirê xwe tê jehrkirin, av dîsa tê jehrkirin, tiştên ku tu duxwî bi hormon in ev me hemiya eleqedar dike. Kî dibe bila bibe pirsgirêka her mirovî ye. Lê ji bo ku ev wekî pirsgirêk bikeve niqaşê feraset, têgîhîştin û zanebûna însan pir girîng e. Her wiha eger tu giştîbûna pirsgirêkê bibînî wê çawa pirsgirêk were çareserkirin jî bibînî. Wê demê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pêwîste ku di derê de dest pê ke, ji ber pirsgirêk pir belavbûye û pir kûr e. Ev pirsgirêk êdî hatiye asta felaketê. Li hember vê pirsgirêke bi qasî sed sala niqaş hene. Tevgerên sosyalîst, yên femînîst her ku çû ev pirsgirêk kirin niqaşê û êdî ev ketiye rojeva hemû cîhanê. Lê nêzîkatiyek ku reformîze dike jî heye. Dema ku em vê pirsgirêkê pênase dikin jî pêwîst e nêzîkatiyeke me ya alternatîf jî hebe û dema çareserkirina vê pirsgirêkan daynin holê jî pêwîste nêzîkatiyeke me ya alternatîf hebe. Eger em pirsgirêkê teng hildin dest em ê çareserkirina wê de jî teng nêzîk bibin. Eger em pirsgirêkê wekî ji dûrketina civaka exlaqî hildin dest, ji ber ku di perspektîfa me ya alternatîf de ev noqteyek bingehîn e. Weke tevger hizira me jî ji xwe nêzîkatiya Rêbertiya me jî wiha ye. 

QUTBÛNA MIROVAN JI CIVAKA EXLAQÎ Û POLÎTÎK

Pelşîn Tolhildan dibêje: “Qutbûna mirovan ji civaka exlaqî û polîtîk” ev çiye? Rêgeza civaka hevbeş e. Di nêzikatiya ekolojiyê de perspektîfek me ya îdeolojîk ku giştîbûna vê dibîne heye. Eger hevsengiya di navbera van herduyan de hatibe hilweşandin, wê demê em ê hevsengiya di navbera van çê bikin. Hevsengiya di navbera herduyan de em ê çawa çê bikin? Mirov jî wekî perçeyekî vê xwezayê jiyan kir û jiyan dike. Wê demê em neçarin di vir de destpê bikin. Ev di kû de xirabû? Dema ku mirovan rêgeza exleqî û polîtîk wenda kir ev jî xirabû. Wê demê em ê rêgeza exlaqî û polîtîk ji nûva ava bikin. Nexwe pirsgirêk bi awayekî çors, ewqas dar werin rakirin bi kurtasî weke parazvanê hewirdor nabe. Yek ev, ya din jî di perspektîfa me ya îdeolojîk de jî pir behsa wê tê kirin, nêzîkatiyek endusturyalîzmê ya perspektîfa ku endusturyalîzma heyî derbas dike pêwîste hebe. Yek jî wekî eko- endusturyalîzm tê îfade kirin. Ji ber ku endustrî herî zêde xweza tehrîp kiriye ye. Em nikarin endustriyê tine bihesibînin, wê demê nêzîkatiya me wê çawa be? Wê pêkhateyek wisa çêbibe ku xwezayê tehrîp neke. Di vî milî de lêgerînên dinyayê jî hene. Yek ev yek jî her yekîneyek ev çi di bajar de be, çi gund û li ku derê be bila bibe bi taybet pêşengtiya jinê di vir de girîng e. Pêwîste ev bibe, her yekîne xwe wekî civakek ekolojîk fêm bike. Wekî ekosîstemekê fêm bike. Em dîsa mînaka golê bidin. Mînak di golê de masiyê mezin ê biçûk dixwe lê ev di nav hevsengiyekî de pêk tê. Lê tu kes nabêje bila ev hebe ev nebe. Ew gol ewqas dewlemend e ku her zindî risqê xwe digire. Eger gundek, bajarek jî xwe wekî ekosîstemekî bibîne, ev têgîhîştin hebe, divê nêzîkatiyek me ya ku cihên em lê jiyan dikin bibin qadên jiyanê. Dibe ku ev dar danîn be, paqijkirin be û di serî de jî neqirêjkirin esas were girtin. Di vir de erka ku herî mezin dikeve ser milê jinê, li gor min bi qasî ku di xwe de zanebûna ekolojiyê pêşbixin, di zarokan de jî zanebûna ekolojîyê pêş bixin. Dem bi dem li Tirkiyê mînakên vê yên biçûk çêbûn. Mînak zarokek ku sûç kiriye cezayê ku bi wî zanebûnê bide qezençkirin, mînak pênc salan dar çinandin. 

EV DINYA WÊ KENGÎ BI SER ME DE HILWEŞE

Pelşîn Tolhildan wiha dawî li axaftina xwe anî: Pêwîste em wargehê jî wisa hildin dest. Dema mirov li wargeha Mexmûr jî dinêre, yên li vir jiyan dikin çanda gund, çanda çiya pir di kûr de jiyan kirine. Her tim bi xwezayê re di nav têkiliyek zindî de bûne. Yek jî bi hiskirin, bi taybet ev di çanda Botanê de pir pêşe, darê kêngê fêkî bide, giya kêngê şîn be hwd. yanî têkiliyek wan bi xwezayê re pir kûr heye. Dibe ku ji ber bingehê jiyana vir be jî, ji nûve ev der evqas şînkirin, ev teyîsandina hîskirinê ye. Lê li aliyê din di zarokan de hîskirina lawiran, baldarbûna wan li hember xwezayê kêm e. Ev kêmasiya me ye. Di warê zanebûna ekolojiyê danîna zarokan de em kêmin. Li gor min him malbat him jî hemû jinên ku di wargehê de bi perwerdeyê re eleqeder dibin berpirsiyariya vê rabike. Eger bi zanebûna ekolojiyê ve nifşekek nû bigihêje em ê bizvirin feraseta serdema berê. Wê demê em ê taxa xwe, bajarê xwe wek mala xwe bibînin. Lê îro di halê heyî de texrîbatek mezin heye. Em nizanin ev dinyayê wê kêngê bi ser me de hilweşe. Hatiye asta hilweşandinê. Di vir de alternatîf netewa demokratî ku Kurd esas digirin wekî pêşeng ev ji bo zanebûna ekolojiyê jî wisa ye. em nikarin pişt guh bikin. Ger em her kesek mîlîtanê vê bin, em neçarin bi vê şiyarbûnê nêzîk bibin. Ew rêgeza exlaqî ya di despêkê neçarin qezenç bikin. Ev dinya mala mine, cihê ku ez lê jiyan dikim e. Ji xwe wek peyv wateya ekolojî jî cihê ez lê jiyan dikim e. Her wiha bi zanebûna ekolojîk ve çalakiyên ekolojîk wê çawa bibe? Mirov dikare gelek çalakiyan bike. Gelek baraj li Kurdîstanê tên çêkirin. Dîsa zanebûnek wisa hebe ku tu kes nikariber careke din welatê me tehrîp bike. Kes cesaret neke darên me jê bike. Pêwîste zanebûneke ekolojîk a wisa hebe.