Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag ên ji bo tevlî pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin ber bi Amarayê ve çûn û ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin ji aliyê de hezaran kesan ve li cihê lê hatin qetilkirin hatin bîranîn.
Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag ên di 4'ê Nîsana 2009'an de dema ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diçûn Amarayê di encama êrîşa polîs û leşkeran de bi bombeyên gazê jiyana xwe ji dest dan li cihê lê hatin qetilkirin hatin bîranîn. Piştî girseyê li Amarayê bernameya pîrozbahiyê li dar xistin ber bi cîhê Dag û Karaoglan lê hatin qetilkirin ve çûn. Parlamenterên HDP'ê Îbrahîm Ayhan, Gulseren Yildirim, Mulkiye Bîrtane û Kemal Aktaş û deh hezaran kes li herêma Karataş jî wesayîtan hatin xwarê û ber bi qada Dag û Karaoglan lê hatin qetilkirin ve çûn. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK, YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin û dirûşma, "Şehîd namirin" hate berzkirin. Di navbera qada Dag û Karaoglan lê hatin qetilkirin zincîra mirovan pêk hat. Di merasîma bîranînê de zarokên Mustafa Dag Şeyma û Gulsum Dag jî cih girtin û welatiyan dirûşmên, "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd rêya we rêya me ye" berz kirin.
'TI RÊBERÊ BINDESTAN Î'
Piştî rêzgirtinê sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Li ser navê TUHAD-FED'ê Musa Karbadag axivî û diyar kir ku ew ala berxwedanê ya Dag û Karaoglan wê her tim bilind bikin. Parlamentera HDP'ê Gulseren Yildirim jî got ku ew di şexsê Dag û Karaoglan de li ber hemû şehîdên têkoşînê bejna xwe ditewîne. Yildirim anî ziman ku heke îro bi sed hezaran kes digihijin Amarayê ev yek bi saya şehîdan e û wiha got: "Em gelek in ku dîroka wan ji aliyê şehîdan ve hat nivîsîn. Em îro bi saya şehîdên xwe xîmê jiyana azad û wekhev datînin. Bi saya wan em îro ji bo tevlîbûna sed hezaran kesan rojbûna serokê xwe pîroz dikin. Em êdî ji serokê xwe re dibêjin 'Ti tenê nîn î' Ti rêberê hemû gelên tên pelçiqandin û nirxên mirovahiyê yî. Em ê her tim doza şehîdên xwe bişopînin."
Yildirim da zanîn ku gelê Kurd jiyaneke azad, wekhev û demokratîk heq kiriye û wiha axivî: "Gelê me jî wê vê yekê pêk bîne. Li ser vî esasî ez hemû kesên niha li ser erdnîgariya Kurdistanê li ber xwe didin silav dikim."