Endamê Lijneya Rêveberiya Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyê Recep Yaşar, Edîtorê DÎHA'yê Tayîp Temel ê piştî dawî li çalakiya birçîbûnê anî û rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê ziyaret kir û diyar kir ku, dê dermankirina Temel 10-14 roj bidome.
Endamê Lijneya Rêveberiya Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyê Recep Yaşar û Serokê Giştî ya Sendîqaya Rojnameger yên Tirkiyeyê Ercan Îpekçî, Edîtorê DÎHA'yê Tayîp Temel ku piştî dawî li çalakiya greva birçîbûnê anî û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Amedê dermankirina wî didome, ziyaret kirin. Piştî ziyaretê bi beşdariya Nûnerê Sendîqeya Rojnamegerên Tirkiyeyê ya Amedê Farûk Balikçi re, li Cemiyeta Rojnamegerên Guneydogu civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê Lijneya Rêveberiya Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyê Recep Yaşar bal kişand ku azadiya çapemeniyê nejêgera demokrasiyê ye û da zanîn ku, her cûre pêkûtiyên li ser rojnamegeran azadiya çapemeniyê ji holê radike.
'JI 74 KÎLOYAN KETIYE 60 KÎLOYAN'
Yaşar destnîşan kir ku, bi destûra Wezareta Dadê re wan bi Edîtorê DÎHA'yê Tayîp Temel re li nexweşxaneyê hevdîtin kirine. Yaşar wiha got: "Me bi hempîşeyê xwe Tayîp Temel yê ku li Amedê girtiye re hevdîtin kir. Me wî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Amedê ziyaret kir. Destpêkê dixwazim diyar bikim ku rewşa tenduristiya wî baş bû. Li gor agahiyên bijîşk dane me, tê heta demekî be serûman bê dermankirin. Pêvajoyekî ji bo laş tîmara normal hilgire pêwîste. Gotin ku heke em rewşa birêz Temel hildin dest dê heta 10-14 roj dom bike. Pêre pêre xwarin bê xwarin dê hesarek çêbibe. Ji bo pêşiya vê yekê bigirin jî serûmê didin wan. Hempîşeyê me di pêvajoya çalakiya birçîbûnê de ji 74 kîlo ketiye 60 kîloyê."
Yaşar diyar kir ku, ew dixwaze peyama bi riya wan ragihandiye parve bike û ev tişt gotin: "Li Tirkiyê pêvçûnek heye, mirov tên kuştin û ji bo ev navginiya pêvçûnê dawî bibe û riya diyalogê bê vekirin hîstiyariyek civakî ava bikin û heman demî de karibin parastina zimanê zikmakî bikin wan dest bi çalakiyê kiribû. Ji ber îro ev hîstiyarî çêbû wan dawî li çalakiya xwe aniye. Dîsa em ragihînin ku, ji her kesê ku keda wan ji bo dawî li çalakiyê hatiye derbaz bûye re spasiya xwe kir."
Yaşar spasî ji herkesî ku nehiştin di çalakiyê de mirin pêk bê ked dane re kir û got: "Rojnamevan ne di nav faliyetên 'terorîst' de ne. Di hemû cîhanê de ji bilî faliyetê rojnamegeriyê bi faliyetekê din hatibe binçavkirin û girtin, an jî rastî pêkûtiyeke din anîn derbeyekê li azadiya çapemeniyê hatiye kirine. Em vê yekê wisa dibînin."
Piştî Yaşar, Serokê Giştî ya Sendîqeya Rojnamegerên Tirkiyê Ercan Îpekçî jî diyar kir ku, ew dixwazin sibê herin ziyareta Midûra Karê Nivisê ya Berpirsiyara DÎHA'yê Fatma Koçak û Edîtora Rojnameya Ozgur Gundemê Ayşe Oyman ku di Girtîgeha Bakirkoyê de di çalakiya greva birçîbûnê de bûn, lê Wezaretiya Dadê destûra hevdîtinê betal kiriye. Îpekçî da zanîn ku, 75 hempîşeya wan di girtîgehê de ne û diyar kir ku, ji van 9 kes demek dirêje di çalakiya birçîbûnê de bûn. Îpekçî anî ziman ku, rojnamevanên di dosyaya KCK'ê de tên darizandin ji 5'ê mijdarê ve di çalakiya birçîbûnê de bûn. Îpekçî wiha got: "Çawa em nikarin ji kesî re pêşniyara çalakiya birçîbûnê bikin wisa jî em nikarin pêşniyara ji çalakiya greva birçîbûnê derkevin bikin. Ji ber me vê yekê ceribandibû di encama neçariyê ye, em mafekî wisa di xwe de nabînin. Lê ji ber hevalên me di baweriya ku gihiştine armanca xwe dîsa bi vîna xwe dawî li çalakiya xwe anîn. Ji ber vê yekê jî em kêfxweşin."
'DIVÊ DERIYÊ DIYALOGÊ VEKIRÎ BIMÎNE'
Îpekçî diyar kir ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêbazên diyalogê bên ceribandin û ev tişt gotin: "Ne tenê di pirsgirêka Kurd de, di hemû meseleyan de divê ev deriyê diyalogê vekirî bimîne. Hikumet li vir roleke diyardker dilîze. Desthiladara siyasî di parlementoyê de piraniye. Dikare sererastkirina hemû zagonan bike. Hem di meseleya Kurd de, hem çapemenî û hem jî tengasiyên li ser azadiya îfadeyê, hem jî mafê karker û azadiya wan, dikare sererastkirinê bike. Di hemû çareserkirina pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê diyalog pir girînge. Li vir helwesta hikumetê jî diyardkere. Em li bendê ne îxtîdara siyasî bersivekî bide bangewaziya diyalogê. Em jî tevlî peyama hempîşeyê xwe Temel dibin."