DBP: Têkoşîna azadiyê ketiye qonaxeke nû
Meclîsa Partiyê ya DBP'ê, encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê nirxand. DBP'ê destnîşan kir ku yê di hilbijartinê de winda kiriye, AKP ye.
Meclîsa Partiyê ya DBP'ê, encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê nirxand. DBP'ê destnîşan kir ku yê di hilbijartinê de winda kiriye, AKP ye.
Meclîsa Partiyê ya DBP'ê, encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê nirxand. DBP'ê destnîşan kir ku yê di hilbijartinê de winda kiriye, AKP ye. DBP'ê got, "Têkoşîna azadiyê ya gel û saziyên Kurd gihaştiye qonaxeke girîng. Di vê qonaxa nû de ne esareta Birêz Ocalan dikare bê qebûlkirin, ne jî dewlet dikare bi zext û şîdetê civakê bi rêve bibe."
Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) encamên siyasî, civakî û rêxistinî yên hilbijartinên 7'ê Hezîranê nirxand û pêvajoya dema pêş plan kir.
Di daxuyaniya DBP'ê de hat gotin, "Meclîsa Partiya me ku encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê weke serketin û desteketiyeke girîng nirxandiye, mîmarê vê serketinê û projeya HDP'ê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan slav kiriye, her kes û saziyên di vê demê ji bo serketina HDP'ê ked dane pîroz kiriye. Her wiha ev serketin weke bersiva li bîranîna şehîdên me yên ji aliyê hêzên dewletê û hêzên tarî yên hevkarên dewletê ve hatin qetilkirin, nirxandiye."
'ENCAMÊN HILBIJARTINÊ REJÎMA DEWLETÊ YA RÛNIŞTANDÎ HEJANDIYE'
DBP'ê da xuyakirin ku encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê rejîma dewletê ya rûniştandî bi awayekî cidî hejandiye û got, "Rejîma dewletê ya hebûna xwe li ser TEKparêziyê daye rûniştandin, meclîsa gel ji bilî xwe, li hemû deng û nasnameyan girtibû. Ji bo vê yekê veguherîne tedbîreke timî, sîstma benda ji sedî 10'an ku li ti devera cîhanê nîne, xistibû meriyetê. Lê belê bi têkoşîna hevpar a berxwedêr û bindestan re ev bend hatiye hilweşandin.
Meclîsa me ya partiyê nêzîkatî û rola Birêz Ocalan a di çareseriya demokratîk de, destnîşan kiriye ku jiyanî ye. Hem Tirkiye ji nava şerê qirêj ê dewletê derxistiye û kişandiye nava zemîna siyasetê, hem jî bi perspektîfa neteweya demokratîk projeyeke siyasî ya hemû gel, bawerî û nasname karibin pê têkoşîna azadî, wekhevî, aştî û demokrasiyê bimeşînin. Ev proje û encamên wê nirxandiye û diyar kiriye ku êdî ne formula hepsa malê, divê pêvajoya azadkirina Birêz Ocalan a bê şert û merc were destpêkirin. Di vê mijarê de meclîsa me ya partiyê wê bi berpirsyariya xwe rabe û rola xwe bicih bîne."
'YÊ WINDA KIR AKP YE'
DBP'ê got, "Encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê nîşan dan ku hemû gotinên AKP li ser navê civakê bilêv dike bi giranî derew in" û ev xal destnîşan kir: "Di şexsê HDP'ê de xwedî li sekna demokratîk, azadîparêz û aştiyê hatiye derketin. AKP jî ji desthilatdariyê hatiye xistin û bi vî rengî rola neyînî ya AKP'ê hatiye pûçkirin."
DBP'ê diyar kir ku tabloya heyî ya li Kurdistanê nîşan dide ku AKP êdî li Kurdistanê partiyeke tabelayê ye û got, "Serokkomar Erdogan ê ku bi DAIŞ'ê re hevkariya stratejîk kiriye û partiya wî AKP, li bendê maye ku Kurd di vî şerê qirêj û hov de winda bikin. Lê AKP'ê ne tenê li Sûriyeyê, li Tirkiyeyê jî winda kiriye."
DBP'ê destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya gel û saziyên Kurd gihaştiye qonaxeke nû û bal kişand ser vê rewşê: "Di vê qonaxa nû de ne esareta Birêz Ocalan dikare bê qebûlkirin, ne jî dewlet dikare bi zext û şîdetê civakê bi rêve bibe. Rejîma li ser navendîparêzî û tekparêziyê hatiye rûniştandin û destûra wê ya bingehîn, êdî bêbandor hatine kirin."
DBP'ê ragihand ku ew birêxistinkirin û afirandina sîstemeke civakî ya ji vîna demokratîk a hemû gel û baweriyên li Kurdistanê, weke wezîfeyeke bingehîn dibînin.