DBP: Li Wanê polîs li pey provakasyonek çawa ne?

Serdegirtina avahiya Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Tûşbayê hate protestokirin.

Serdegirtina avahiya Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Tûşbayê hate protestokirin.

Serdegirtina danê sibehê ya li ser avahiya Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Tûşbayê û binçavkirina Hevseroka Navçeyê Harîka Ûyar hate protestokirin.

Wekîlên Hevserokên DBP’ê yên Wanê Nazmiye Acar, Metîn Kûtaz, Hevserokên HDP’a Wanê Yakûp Ataş, Gulîstan Orhan, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, rêveberên DBP-HDP’e yên navçeyên Tûşba û Îpekyolû, Dayikên Aştiyê yên Wanê, aktîvîstên KJA hatin avahiya navçeyê, destpêkê li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyaniya Çapemeniyê Wekîla Hevserokên DBP’a Wanê Axar da, got: “Hikûmeta AKP’ê ya nikare serkeftina partiya me daqurtîne her diçe zextan li ser partiya me zêde dike. Hikûmeta AKP’ê êdî mudaxeleyî mewlûdan, merasîmên cenazeyan, şînên me dike, ewqasî nirxên mirovî, wijdanî û Îslamî binpê dike, hevalên me yên tevlî daxuyaniyên çapemeniyê dibin binçav dikin û digirin.”

‘BI DERBKIRINÊ HATE BINÇAVKIRIN’

Acar diyar kir ku polîsên Qesr/AKP’ê yê di faşîzmê de sînor nas nakin, danê êvarî bi ser mala Hevseroka DBP’a Tûşbayê Harîka Ûyar de girtine, derî şkandineû bi derbkirinê ew binçav kirine. Acar wiha dom kir: “Polîsên AKP’ê ev jî bes nedîtin, danê êvarî bi ser avahiya me ya Tûşbayê de jî girtin, li avahiya partiya me lêgerîn pêk anîne. Ev operasyona nîvê şevê ne hiqûqî ye, pêkanînek derveyî qanûnan e. Bi awayekî dizî danê êvarî ketina partiya me helwestek korsanwarî ye. Polîsên berê her tim davêtin ser avahiya me ya bajêr, niha jî avahiyên me yên navçeyan hedef digrin. Em vê rewşê qebûl nakin.”

BANG LI AKP’Ê KIR

Acar got, “Tevî ku li Wanê geşedanek cîdî ya civakî nîne jî, polîs bi serdegirtinên avahiyên partiyan ve li pey çi provakasyonê ye” û wiha pê de çû: “Gelo polîs hewl dide bi vê helwesta xwe ve partiya me krîmînalîze bike? Gelê me li hember êrîşên li ser cenazeyan jî hestiyar tevdigere, di pêvajoyek wisa de ev helwesta polîsan ji hin plansaziyên cuda yên Walîtiya Wanê û Midûriyeta Emniyeta çavkaniyên xwe digire?”

Acar wiha dawî li axaftinê anî: “Li pêş tevahî raya giştî em vê bangê li hikûmeta AKP’ê û Waliyê Wanê dikin; dest ji pêkanînên derhiqûqê berdin. Demildest Hevseroka me Ûyar serbest berdin. Em careke din tevahî zext, binçavkirin û girtinan protesto dikin.”

...