DBP: Ji bo sekinandina diziyê, 1’ê Gulanê dakevin qadan
DBP’ê 1’ê Gulanê pîroz kir, got: “Li dijî modernîteya Kapîtalîst em ê bi berxwedanê parastina civakbûyina xwe û azadkirina mirovatiya xwe bidomînin.” DBP’ê ji bo 1’ê Gulanê banga qadan kir.
DBP’ê 1’ê Gulanê pîroz kir, got: “Li dijî modernîteya Kapîtalîst em ê bi berxwedanê parastina civakbûyina xwe û azadkirina mirovatiya xwe bidomînin.” DBP’ê ji bo 1’ê Gulanê banga qadan kir.
Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkîldarî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de 1’ê Gulanê hat pîrozkirin, yên di qetlîama 1977’an a li Qada Taksîmê jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.
Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: “Çawa ku gelê Kurd ji bo pîrozbahiya Newrozê berdêlên mezin dan, kedkar û şoreşgerên Tirkiyeyî jî ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê berdêlên giran dan. Bi van berdêlan ve serwer neçar mane 1’ê Gulanê bikin betlaneya fermî.”
Di dewama daxuyaniyê de DBP’ê wiha got: “Li dijî modernîteya Kapîtalîst em ê bi berxwedanê parastina civakbûyina xwe û azadkirina mirovatiya xwe bidomînin.”
‘EM Ê DI PÎROZBAHIYAN DE CIHÊ XWE BIGIRIN’
DBP’ê di dawiya daxuyaniyê de ev gotin: “Li her cihên Tirkiye û Kurdistanê, di 1’ê Gulanê de em ê qadan dagirin, biz iman, nasname , rengê xwe ve di pîrozbahiyan de cih bigirin.”