DBP'ê partiyên Başûrî yên destek dan HDP'ê ziyaret kir
Nûnertiya DBP'ê ya Başûrê Kurdistanê, ji partiyên Başûrê Kurdistanê yên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de destek dan HDP'ê şaxên Kerkûkê yên YNK, Yekgirtû Îslamî, Zehmetkêşan û Partî Ayînde ziyaret kir.
ANF
HEWLÊR
yekşem, 14 pûşperê 2015, 07:26
Nûnertiya DBP'ê ya Başûrê Kurdistanê, ji partiyên Başûrê Kurdistanê yên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de destek dan HDP'ê şaxên Kerkûkê yên YNK, Yekgirtû Îslamî, Zehmetkêşan û Partî Ayînde ziyaret kir. DBP'ê ji ber kes û desteka wan, spasiyên xwe pêşkêş kir.
Şîlan Emînoglû û Abîd Îke yên li ser navê nûnertiyê hevdîtin kirin anîn ziman ku serketina HDP'ê ne tenê ji bo gelên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo tevahiya herêmê bûye hêviyeke mezin a azadiyê û li her kesên cihê xwe di nava vê serketinê de girtin, pîroz kirin.
Ji nûnerên DBP'ê yên Başûrê Kurdistanê Şîlan Emînoglû der barê hevdîtinên xwe de agahî da ANF'ê û destnîşan kir ku serketina HDP'ê di nava partiyên li Başûrê Kurdistanê de rê li ber coşeke mezin vekiriye. Emînoglû anî ziman ku hemû partî hemfikirin ev serketin ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd hêviyeke mezin afirandiye û got, "Ev proje, di nava kaosa Rojhilata Navîn de ji bo rizgariya gelên her roj li komkujiyê rast tên, hêviyeke mezin a azadiyê ye. Di hevdîtinên me de, nûnerê partiyên li Başûrê Kurdistanê bi taybetî bal kişandin ser vê xisûsê. Bi awayekî vekirî anîn ziman ku ew HDP'ê weke dengê azadiyê yê hemû gelan dibînin û bawerin ku projeya pêşeroja azad a gelan e. Her wiha destnîşan kirin ku ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd bingeheke xurt ava bûye û divê êdî hemû partiyên Kurd bêyî hincetekê derxînin holê, êdî bicivin."
Emînoglû da zanîn ku partiyên Başûrê Kurdistanê HDP'ê ji nêz ve dişopînin û bi taybetî meraq dikin ku wê bi kê re koalîsyon were kirin û li projeyên wan dipirsin.
Şîlan Emîngolû çavdêriyên xwe yên di hevdîtinan de bi van gotinan anî ziman: "Min dît ku ji serketina HDP'ê gelekî kêfxweş bûne. Xeta neteweya demomkratîk bandoreke mezin li wan kiriye. Baştir dîtin ku ev xet li Başûrê Kurdistanê jî nîşan dide ku li dora pîvanên demokratîk cihêrengî dikarin bi hev re bijîn. Serketina hilbijartinê moral û hêzeke mezin daye wan. Serketina hilbijartinê weke serketian projeya neteweya demokratîk dinirxînin."
Emînoglû da zanîn ku ew ê ji niha û pê ve bi partî û rêxistinbûyînên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re bêhtir di nava têkiliyê de bin û ji bo kombûna Kongreya Neteweyî ya Kurd xebatên xwe bidomînin.