DBP’ê li dijî qeyûm banga berxwedanê kir

DBP’ê li hemberî biryara qeyûm a ji bo şaredariyên Sûr û Farqînê nerazîbûn nîşan da, banga berxwedanê kir.

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) têkîldarî biryara qeyûmê ya ji bo şaredariyên Sûr û Farqînê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku yek sedema êrîşên AKP’ê ya li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wê hene, ew jî  ew e ku li dijî berxwedanên bi heybet ên gelê Kurd bê çarê ne û got; “Ev jî hewldana encamgirtinê ya antî-demokratîk û bêhiqûqî ya Erdogan û hikûmeta wî ye.”

 ‘BI HILBIJARTINÊ NIKARE, XESP DIKE’

DBP’ê bi bîr xist ku hikûmeta AKP’ê ji bo şaredariyên ku nikare bi hilbijartinan bi dest bixe, biryara qeyûman dide û wiha dewam kir: “Di vê mijarê de partiya me çi dibe bila bibe, dabû xuyakirin ku wê heta dawiyê li rex gelê me xwedî li şaredariyên xwe derkeve. Em careke din eşkere dikin ku em ê li beramberî vê bêhiqûqiya li ser destkeftiyên gelê xwe bêdeng nemînin.”

 ‘EM LI HER DERÊ BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN’

DBP’ê bal kişand ser xespkirina qeyûman û ev bang kir:

“Ji bo raya giştî banga me ew e ku qeyûm xesp e, darbeya li dijî îradeya gelê me ye. Pêwîst e li dijî vê xesp û darbeyê her kes dengê xwe rake, xwedî li çeperên demokratîk ên bi îradeyên gel hatine bidestxistin derkeve, li her derê li dijî nêzîkatî û sepanînên AKP’ê ya bi feraseta dînamîka xesp û darbeyê tevdigere berxwedanê geş bike. Pêwîstî pê heye ku em şaredariyan li dijî vê zîhniyeta xespker biparêzin. Divê gelê Kurd xwedî li îradeya xwe derkeve.”