DBP’ê ji bo Altintaş û Aktî sersaxî xwest
DBP’ê ji bo Xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Altintaş û endamê Şaredariya Westanê Aktî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin peyama sersaxiyê weşand.
DBP’ê ji bo Xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Altintaş û endamê Şaredariya Westanê Aktî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin peyama sersaxiyê weşand.
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP)’ê ji bo Xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Altintaş û endamê Şaredariya Westanê Aktî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin peyama sersaxiyê weşand.
Di peyamê de hat diyarkirin ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û wiha hat gotin, "Çeteyên DAIŞ ku li hember hêzên YPG/YPJ’ê windahiyan didin, asta şideta heyî her roj zêdetir dikin. Di encama van êrîşan de li gundên Pirsûsê li hember êrîşên DAIŞ’ê gelê ku nobetê digire jî rastî êrîşên DAIŞ’ê tên.”
'HIKÛMET JI MIRINAN BERPIRSYAR E'
DBP’ê di peyama xwe de got, "Bi pêvajoya azadkirina Kobanê re, çeteyên DAIŞ’ê avêtina xwe ya ji Kobanê ku qebûl nakin, ji cihên jê derdikevin teqemenî û mayîn bicih kirin û terk kirin. Ji ber mayîn û kemînên bombeyî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin danîn hê jî sivîl jiyana xwe ji dest didin.”
Di peyamê de hat gotin ku 8’ê Adarê Xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Metîn Altintaş û endamê Şaredariya Westanê Tahsîn Aktî dema xwestine ji navçeya Pirsûs a Riha derbasî gundê Ziyaret ê Kobanê bibin jiyana xwe ji dest dane.
Di peyamê de hat diyarkirin ku ji mirinan hikûmeta AKP’ê ya dema çeteyên DAIŞ ‘ê di pêvajoya azadkirina Kobanê de deriyên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê re vekiriye û dema pêwîst bû piştgirî da wan berpirsyar e. Di peyamê de wiha hat gotin, “Hikûmetê deriyên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê vekirin û bi vî awayî yekser ji qetilkirina welatiyên xwe bûye berpirsyar. Ji bo pêvajoya ji niha û şûn ve divê hikûmet di vê nuqteyê de bi zanebûna berpirsyartiya xwe tevbigere.”
DBP’ê ji xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane û gel re sersaxî xwest.