Çalakiya Dayîkên Şemiyê ya her hefte li Cizîrê pêk tê, vê hefteyê jî ligel hewaya sar û baranê berdewam kir. Di çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê de çîroka Alî Karagozê di 1993’an de hat wendakirin hat vegotin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayîkên Şemiyê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya rûniştinê li ber Amadeyiya Cizîrê ya Cadeya Orhan Dogan berdewam kirin. Li gel hewaya sar û şiliyê dayîkên hatin gel hev, wêneyên kesên ku di salên 90’î de hatin wendakirin û di kuştinên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dan hildan. Gelek xizmên wendayan tevlî çalakiyê bûn û di çalakiyê de çîroka Alî Karagoz hat vegotin.
Hevjîna Koragoz, Ayşe Karagoz ku hevjînê wê di 1993’an de li Cizîrê bi zorê ji malê hate girtin û piştre agahî jê nehat girtin, axivî û got sercerdevanê demî Kamîl Atak, birayê wî Kokel Atak û kurê wî Temer Atak bi çekan di ser malê de girtine û hevjînê wê bi zorê ji malê derxistne. Karagoz li dijî wan berxwedanek lê rastî tehdîdên wan hatine û wiha got: “Bi çekan gef li me xwarin. Heta deriyê hewşê min destûr neda bibin. Piştre çek berê wê da min û got ger tu nerawestî em dê te jî bikujin. Ez û 5 zarokên min bê kes hiştin. Em hestiyên xwe dixwazin. Çi dibe bila bibe em ji vê lêgerîna xwe dest bernadin. Em ji Atak û hevalên wî dest bernadin. Em şopdarên doza xwe ne.”
Piştî axaftinan çalakî rûniştinê ya 5 deqîqeyan pêk hat.