Dayîkên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna dadê bernadin

Dayîkên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna dadê bernadin

Di çalakiya Dayîkên Şemiyê ya Cizîrê ya hefteyî de çîroka qetilkirin Abdullah Duşkun yê ku di sala 1992'yan de hate revandin hate vegotin.

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê li ber Dibistana Amadeyî ya Cizîrê ya Şirnexê çalakiya xwe ya hefteyî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên di salên 90'an de hatin windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Abdullah Duşkun hate vegotin.

Gelek Dayîkên Şemîyê û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Cizîrê Mehmet Nezîr Akengîn jî tevlî çalakiyê bû. Hevjîna Abdullah Duşkun Hediye Duşkun çîroka hevjînê xwe vegot. Hediye Duşkun diyar kir ku, dewletê di sala 1992'an de gundê wan şewitandin û ji ber vê yekê hatin Cizîrê û li vir jî JÎTEM'ê hevjînê wê revand û qetilkir.

Duşkun anî ziman ku, piştî hefteyek bi ser bûyerê re derbaz bû cenazeyê hevjînê wê ji aliyê gundiyan ve li ser riya bejayî ya Nisêbîn û Cîzîrê hate dîtin û wiha got: "Ez û 7 zarokên xwe li holê mama. Çi jî me dixwaztin. Di lêgerîna dadê de ez teqez dest jê bernadim. Her tim ez dê vê dozê bişopînim."

Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk hat.