Dayîkên Şemiyê: Deng bidin dengê girtiyan

Dayîkên Şemiyê: Deng bidin dengê girtiyan

Li Amed û Êlihê çalakiyên ÎHD'ê û xizmên windayan pêk hatin û di çalakiyan de heta diyarkirin ku, daxwazên girtiyan daxwazên mirovî ne û wiha hate gotin: "Heke ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd lêgerînek hebe bila deng bidin dengê girtiyên di çalakiya birçîbûnê de."

AMED

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 196 li Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. Di çalakiyê de pankrata "Bila winda bên dîtin kiryar bêndarizandin" û wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Rêveberên ÎHD'ê yên 13 bajarên herêmê, nûnerên 7 herêman, Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî daxuyanî xwend û diyar kir ku, çalakiya birçîbûnê 60 rojin berdewam dike. Bîlîcî anî ziman ku, ew weke parêzvanên mafên mirovan ji ber geşedanan bi gûmanin û wiha got: "Em dibêjin êdî mirin û êş besin. 60 rojin girtiyên siyasî di çalakiya birçîbûnê de ne.Em weke ÎHD dibêjin daxwazên girtiyan daxwazên mirovî ne."

DOZGER: TU TIŞT JI DESTÊ MIN NAYÊ

Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Abdulselam Înceoren çîroka welatiyên bi navê Îzzet Padir û Abdullah Ozdemîr yên di sala 1994'an li mezraya Zirastan ya gundê Şivesorê ya Silopiyê ji aliyê leşkerên di bin fermana Serdar Cemal Temîzoz ve hatin girtin û careke din tu agahî ji wan nehatin giritin vegot. Înceoren anî ziman ku, careke din tu agahî ji Îzzet Padir û Abdullah Ozdemîr ên hatin binçavkirin nehate girtin û têkildarî tiştên pêk hatî de wiha got:

"Leşkerên di bin fermana Cemal Temîzoz û îtîrafkar tên qada gund. Gundiyan kom dikin qada û kontrola nasnameyan dikin. Piştî kontrola nasnameyan Îzzet Padir, Harûn Padir û Abdullah Ozdemîr tên binçavkirin. Serê sibê Harûn Padir serbest hate berdan û careke din tu agahî Ozdemîr û Padir nehatin girtin. Birayê Îzzet serî li Dozgerê Komarê dide û dozger jê re dibêje 'Tu tişt ji destê min nayê.' Leşkeran jî got, 'Me serbest berdan' Lê heta niha malbatan tu agahî ji wan negirtin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÊLIH

Li Êlihê ji bi heman armancê li Kolana Gulîstanê çalakî hate lidarxistin. Ligel endamên ÎHD û xizmên windayan rêveberên BDP'ê û gelek welatî jî tevlîbûn. Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Nîhat Ekîncî axivî û diyar kir ku, di pêvajoya li Tirkiyeyê çalakiyên birçîbûnê berdewam dikin Serokwezîr Erdogan derveyî welate û ev yek rexnekir.

Pişt re Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Îlyas Ekîncî daxuyaniya heftane xwend û diyar kir ku divê hikûmet demildest ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya 60 rojin berdawam dike dest bi tevgerê bike û wiha got: "Îro çalakiya greva biçîbûnê di roja 60'emîn de ye. Dibe ku cenaze ji girtîgehan derbikevin. Divê hikûmet ji bo çalakiya greva birçîbûnê dest bi tevgerê bike. Heke çareseriya pirsigrêka kurd bixwazin divê hemû ked deng bide dengê girtiyan."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.