Dayîkên Şemiyê çîroka Abidîn Polat vegotin

Dayîkên Şemiyê çîroka Abidîn Polat vegotin

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de çîroka Abîdîn Polat yê ku di 1995'an de hate windakirin vegotin.

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya hefteyî li ber dibistana Amadeyî ya Cizîrê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên di salên 1990'an de hatin windakirin hatin hilgirtin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Cizîrê Mehmet Nezîr Akengîn, Endamê Meclîsa BDP'ê Alî Damar û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn.

Dayîkan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de çîroka Abidîn Polat ê ku di sala 1995'an de ji bo biçe kar ji malê derket û careke din tu agahî jê nehatin girtin, hate vegotin. Keça Polat Fehîme Oktar di çalakiyê de axivî û wiha got: "18 sal di ser windabûna bavê min de borîn. Heta niha gorekî wî jî tuneye. Tenê daxwaza me ewe ku kiryar bên darizandin û gorekî bavê min hebe. Bila hestiyên me bidin me."

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnex Bakî Katar jî diyar kir ku, Dayîkên Şemiyê 400 heftene bi wêneyên kesên hatin windakirin li dadê digerin. Katar anî ziman ku, zilma berê pêk dihat niha ji aliyê AKP û cematê ve tê meşandin û wiha got: "AKP û cematê hesab kesên hatin windakirin nepirsî. Hestiyên zarokên dayîkên li vir digirîn dernexistin holê."

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.