Dayîkên Şemiyê: Em aştiyê jî dixwazin û windayên xwe jî
Dayîkên Şemiyê: Em aştiyê jî dixwazin û windayên xwe jî
Dayîkên Şemiyê: Em aştiyê jî dixwazin û windayên xwe jî
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqubeta Talat Turkoglu yê ku di sala 1996'an de hate binçavkirin û hate windakirin pirsî. Dayîkan diyar kir ku kiryar encex bi polîtîkayên aştiyane yên welatiyan weke dijmin neyên dîtin dê bên dîtin û wiha gotin: "Em aştiyê jî dixwazin û windayên xwe jî."
Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 419'an li Qada Galatasarayê li dar xistin. Dayîkan pankrata "Kiryar diyar in winda li ku ne" vekirin û wêneyên kesên hatin wendakirin hilgirtin. Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe de aqubeta Talat Turkoglu yê di 26'ê adara 1996'an de dema ji Edîrneyê vedigeriya Stenbolê hati binçavkirin û 15 salin tu agahî jê nayên girtin pirsîn.
ÎTÎRAFKAR QETILKIRINA WÎ GOTIBÛ
Di çalakiyê de ewil parêzera Turkoglu Gulîzar Tuncer axivî û diyar kir ku Turkoglu ji ber sedemekî siyasî hate binçavkirin serî li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê, Dozgerê DGM'ê û saziyên din dan û wiha got: "Em tu encama û bersiv negirtin."
Tuncer, anî ziman ku îtîrafkar Kasim Açik gotibû wan Turkoglu di binçavan de hate înfazkirin birin Edîrneyê û avêtibûn Çemê Merîçê. Tuncer, da zanîn ku li ser van îfadeyan careke din serlêdana kirin lê dîsa jî tu encama bi dest nexistin. Tuncer, bilêv kir ku ji ber riyên hiqûqî yên navxweyî bi dawî bûn wan doz bire DMME'yê û Tirkiye ji ber "mafê jiyanê binpêkir" hate cezakirin. Xizmê Tuncel Nazmî Turkoglu jî diyar kir ku 17 salin têkoşînê dikin û lê hêj berpirsiyar nehatine darizandin û wiha got: "Piştî 17 salan hêj hêrsa me derbasnebûye. Dewletê winda kir dê dewlet paşve bide."
'KESÊ WIJDANA WÎ HEBA DÊ EM DÎTIBAN'
Dayîka Murat Yildiz Hanîfe Yildiz jî wiha got: "Kesê wijdana wî heyî heba dê Dayîkên Aştiyê ditiban. Em 18 salin li vê qadê ne. Niha pêvajoyekî aştiyê tê jiyîn. Lê disa jî tiştekî ji me dayîkên windayan napirsin." Xwîşka Talat Turkoglu Munebe Turkoglu jî wiha got: "Êdî em peyva kuştin bikuje ji ferhenga xwe derbixin. 40 hezarn mirovan mirin."
'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN HEQÎQATÊ JÎ'
Daxuyaniya hefteyî xwîşka Metîn Goktepe Meryem Goktepe xwend. Goktepe, diyar kir ku Talat Turkoglu di 26'ê adara 1996'an dema ji ziyareta dayîka xwe ji Edîrneyê vedigeriya Stenbolê di rê de hate binçavkirin û hate windakirin. Goktepe, anî ziman ku Turkoglu di têkoşîna sendîkal de kesekî bi hêz bû li Rêxistina Partiya Sosyalîst Îşçî ya Tirkiyeyê de peywirdar bû. Goktepe, da zanîn ku endamê JÎTEM'ê Kasim Açik di îfadeyên xwe de gotibû Turkoglu li Edîrneyê ji aliyê kontrgerîl ve hate qetilkirin û wiha got: "Ligel vê yekê 17 salin hemû hikûmet û pergala dadê kiryarên Turkoglu diparêzin. Kiryar Turkoglu incax bi polîtîkayên aştiyane yên welatiyan weke dijmin nabînin dikarin bên dîtin.Em aştiyê jî dixwazin û windayên xwe jî."