Dayîkên ji bajarên Kamiyaran û Sînê yên Rojhilatê Kurdistanê hatin Amedê, Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ziyaret kirin. Ji dayîkan Sîltanet Rezayî di hevdîtinê da axivî û wiha got: "Em ji bo ji Rojavayê Kurdistanê piştgiriyê bidin çalakiya greva biçîbûnê hatin Amedê. Ji bo aştiyekî mayînde em daxwaza azadiya Ocalan dikin."
Ji bajarên Kaniyaran û Sîne yên Rojhilatê Kurdistanê komek dayîkan ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê hatin Amedê. Dayîkan gelek sazî ziyaret kirin û di heman çarçoveyê de Şaxa ÎHD'ê ya Amedê jî ziyaret kirin. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Abdusselam Înceoren û endamên Lijneya Rêveber Mehmet Guzel û Necîbe Guneş Perînçek dayîk pêşwazî kirin. Înceoren ji ber ziyaretê keyfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Bi hatina we ya Amed û serdana saziya me gelek kefyxweşin. Di gerên wisa de çiqas hewcehiya me bi mafên mirovan û azadiyan heye careke din tîne bîra mirov. Em xebat û keda wan pîroz dikin."
Dayîka Berpirsiyarê Ragihandina Komeleya Mamosteyên Kurdistanê Ferzat Kemanger yê ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate dervekirin Sîltanet Rezayî jî axivî û wiha got: "Rejîma Îranê kurê min darvekir û cenazeyê wî neda min. Rejîma Îranê ji ber têkoşîna dayî ew darve kir. Ez jî xwe ji vê têkoşînê re amade dikim û canê xwe feda dikim." Rezayî anî ziman ku, ji bo piştgiriyê bidin girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de û malbatên wan hatin Amedê û wiha axivî: "Em ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îran û Amedê didomin hatin. Em ji bo daxwaza azadiya Ocalan bikin hatin. Ji ber ku azadiya gelê Kurd azadiya Ocalan heman tiştin. Azadiya Ocalan azadiya me ye. Em ji bo aştiyekî mayînde azadiya Ocalan dixwazin. Em dixwazin mafê perwerdeya zimanê zikmakî bênasîn."