Dayikên Aştiyê yên Wanê diçin Geverê
Dayikên Aştiyê yên Wanê ji bo dorpêça Geverê bişkînin derketin rê û gihiştin Elbakê.
Dayikên Aştiyê yên Wanê ji bo dorpêça Geverê bişkînin derketin rê û gihiştin Elbakê.
Dayikên Aştiyê yên Wanê ji bo dorpêça li Geverê ya 24 roj in bê navber didome bişkînin, di saetên sibehê de ji Wanê ber bi Geverê ve ketin rê. Dayik li gel dorpêça polîsan jî bi paş ve gav navêtin û bi tilîlî û dirûşman gihîştin Elbakê. Dayikên Aşitiyê li vir ji aliyê rêveberên HDP'ê ve hatin pêşwazîkirin û ji vir cardin ber bi Geverê ve ketin rê.