Dayika Dogma yê YPS'yî: Zarokên me li morgan e, hûn hînê li benda çi ne?
Dayika endamê YPS'ê Jêhat Dogma (Têkoşer Gever) Kiymet Dogma got, "Em esîrên kesî nînin, em azadiya xwe dixwazin" û banga berxwedanê li hemû Kurdan kir.
Dayika endamê YPS'ê Jêhat Dogma (Têkoşer Gever) Kiymet Dogma got, "Em esîrên kesî nînin, em azadiya xwe dixwazin" û banga berxwedanê li hemû Kurdan kir.
Cenazeyê endamê YPS'ê Jêhat Dogma (Têkoşer Gever) ê berî du hefteyan li navçeya Colemêrg Geverê di şer de jiyana xwe ji dest da, beriya hefteyekê li Wanê hat veşartin.
Serdanên li konê sersaxiyê yê ji aliyê malbatê ve hatiye vedan, dewam dike. Dayik Kiymet Dogma li vir ji ANF'ê re axivî û bi taybetî ji dayikan xwest, li hemberî komkujiyan bi baldar û hişyar bin. Dogma diyar kir, mezintirî komkujiyên dîroka mirovahiyê tên kirin û got, "Ji Geverê niha 70 cenaze rakirine morga Erzîromê. Kî dikare li pêşberî vê rewşê îdare bike. Bedenên zarokên em tazî dikin û li erdê dihêlin. Bedenên jinên ciwan teşhîr dikin. Em esîrên kesî nînin, em azadiya xwe dixwazin."
'BEDENÊ KURÊ MIN BI TEMAMÎ ŞEWITÎ BÛ'
Dayik Dogma da zanîn, ku ji bo tespîtkirina bedenê kurê xwe ew çûye, lê belê cenazeyekî şewitî dîtiye. Dayik Dogma diyar kir, çeteyên AKP/Qesrê kurê wê şewitandine û got, "Hewl didin vê binixumînin, veşêrin. Bedenê kurê min şewitandine, piştre jî ji bo vê binixumînin guleyek berdayê."
BANGA LI KURDAN
Dogma bang li tevahiya gelê Kurd kir û got, "Gelo em bêxwedî ne? Em bêxwedî nînin. Zarokên me hemûyan li morgê radizên, hûn hînê li benda çi ne! Ez ne li ser kurê xwe bi tenê, li ser hemû şehîdên li wê derê, li ser hemû birîndaran digirîm."
Dayik Dogma herî dawî got, "Dozger û dadger gelo hûn çi dikin? Gelo wijdan bi we re nîne, ku hûn komkujiya li pêş çavên xwe nabînin? Jinên me tevlî bernameyên zewicandinê nabin, ew ji bo azadiya xwe dimirin."