Dayik Gurkan: Kurê min teslîmiyet red kir, ez pê serbilind im

Dayika Mahsûm Gurkan ê heta roja dawî ya berxwedana dîrokî ya Sûrê teslîmiyet red kir û jiyana xwe ji dest da Şenî Gurkan got, "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ser şopa zarokên xwe bin. Kurê min ji bo gelê xwe şehîd ket, ev ji bo me şeref e."

Dayika Mahsûm Gurkan ê heta roja dawî ya berxwedana dîrokî ya Sûrê teslîmiyet red kir û jiyana xwe ji dest da Şenî Gurkan got, "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ser şopa zarokên xwe têbikoşin. Kurê min ji bo gelê xwe şehîd ket, ev ji bo me şeref e."

Mahsûm Gurkan ê di sala 1995'an de li Taxa Fatîhpaşa ya li navçeya Amed Sûrê ji dayik bû, dibistana seretayî li Dibistana Seretayî ya Yavûz Selîm û lîse jî li Lîseya Anadolû ya Gaffar Okan xwend. Mahsûm ê di perwerdeyê de xwendekarekî serketî bû, li Zanîngeha Eskîşehîr Anadolû xwendina xwe dewam kir, dûre derbasî Zanîngeha Dîcle ya li Amedê bû. Di vê dema xwendina li Zanîngehê de tevlî berxwedana Sûrê bû û bi têkoşîna xwe re bû destan.

Mahsûm Gurkan heta roja dawî ya zêdeyî 100 rojên li navenda bajêr teslîmiyet red kir, têkoşîna xwe dewam kir û di roja dawî ya berxwedanê de tevî 7 hevalên xwe li jêrzemîna lê asê man gule xwe ya dawî ji xwe re hişt.

Şenî Gurkan diyar kir, kurê wê ciwanekî bêdeng, gelek difikirî, kê daxivî û timî dikeniya bû. Dayik Şenî got, "Kurê min dest nedida kesî, dilê kesî nedişkand, bi şefqet nêzî her kesî dibû, fedekar, rêzgir, welatparêz; mirovekî li malbat, heval û hevrêyên xwe dikifirî bû. Gelekî ji xwendinê hez dikir. Timî dixwend û ya hîn dibû bi mirovên din re jî parve dikir. Ji gotgotan, ji heqaretê, ji neheqiyê gelekî aciz dibû. Timî hewl dida mirovan qezenç bike. Timî digot, 'dayikê hinek nebaşiyê li we bike jî hûn bi başî nêzî wan bibin'. Di jiyana xwe de jî bi vî rengî tevdigeriya."

'TEVÎ TAHÎR ELÇÎ XWESTIN ZAROKÊN ME JÎ QETIL BIKIN'

Dayika Gurkan nerazîbûn nîşanî medya Tirk da, ku weke kiryarê sûîqesta 28'ê Mijdara 2015'an a li hemberî Tahîr Elçî, kurê wî nîşan didan. Dayik Gurkan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:

"Ti eleqeya kurê min bi sûîqesta Tahîr Elçî re nîne. Dema ketin hundirê taxê, guleyek bi tenê jî neteqandin. Tahîr Elçî bi guleya polîsên li wê derê hat qetilkirin. Polîsan di heman rojê de xwestin Mahsûm û Ûgûr jî qetil bikin, lê nikarîbûn. Bûyer bi vî rengî qewimî; wê rojê ji bo merasîma cenazeyê biraziyê min Suleyman Yakişir ê li nêzî Nexweşxaneya Jinan a Nû ya li Amedê ji aliyê polîsan ve şehîd hat xistin, em ê biçûna goristanê. Ez li Mahsûm geriyam û min xwest ew jî bê. Lê wî got, 'ez nikarim vê rewşê rakim' û got ew ê biçe malê. Di navbera Suleyman û Mahsûm de têkiliyeke gelî cuda hebû. Gelekî ji hev hez dikirin. Ji xwe ji ber vê yekê min jî israr nekir û em çûn goristanê. Piştî ku em ji goristanê derketin û çûn cihê sersaxiyê, Mahsûm û Ûgûr çûne goristanê. Piştî ku demekê li goristanê ma, taksiyek li wê derê ji wan re gotiye ku dikare bibe heta cihê biçin. Her du zarok jî li taksiyê siwar bûne. Piştî ku li taksiyê siwar bûn, ji ber hin tevgerên ajokarê taksiyê ketin nava gumanan û xwestin peya bibin. lê ajokar ji bo wan peya neke israr kiriye; Dema Mahsûm û Ûgûr israr kirin, mecbûr maye taksî sekinandiye û ew ji taksiyê peya bûne. Dema peya bûn, her du ciwan li ser rê sekinî bûn û vê carê taksiyeke din li be wan sekinî û ji wan re got ku dikare bibe heta cihê dixwazin. Lê Mahsûm û Ûgûr ji vê taksiyê bawer nekirine. Li taksiya sêyemîn siwar bûne. Dema bi vê taksiyê re hatin heta Sûrê, xwestin peya bibin û 20 lîre dane ajokarê taksiyê. Ajokarê taksiyê bi bahaneya, li cem wî pereyê hûr nîne, ew biriye heta herêma xefikê û ji wesayîtê peya bûye. Ûgûr ji ber vê helwesta ajokar ketiye nava gumanan. Ji ber vê yekê çeka li pişt xwe derxistiye û xistiye destê xwe. Piştî ku ajokar ji taksiyê peya bû, yekser polîsan dor li taksiyê girtin û li wê derê şer derket. Ûgûr fîşekên xwe li wir qedand. Ji ber ku çeka Mahsûm xerabe bû, şarjora wê li taksiyê ketiye. Di nava gulebarana polîsan de Mahsûm û Ûgûr ketin kolana Minareya Çarling lê ye û li vê derê rastî artêşeke polîsan hatin. Bêyî ku fêm bikin çi bûye, ketin nava xefikê. Ji xwe ji ber ku fîşekên wan nemabû, li wir nikarîbûn çekê bi kar bînin. Hûn di dîmen de jî dibînin; Ûgûr ji bo bala polîsan bikişînin aliyekî din û xwe biparêze çeka xwe bi ser polîsan de davêje. Mahsûm ji min re got, ku di wê rewşa aloz de zilamek ketiye erdê. Got, 'min fêm nekir bê kî ye. Ji ber guleyên polîsên li kur ket erdê û xwîna wî pişikî ser min'. Dûre di televîzyonê de hîn bûn, ku Tahîr Elçî ye."

4 HEVRÊYÊN DILSOZÊN HEV

Dayik Gurkan anî ziman ku Mahsûm tevî 3 hevrêyên xwe tevlî berxwedanê bûye û got, "Azad, Mahsûm, Ûgûr û Sînan... Mahsûm û Ûgûr ji ber bûyerê nikarîbûn ji Sûrê derkevin. Hingî şensê min çêbû biçim Sûrê. Ez çûm min ew dît. Min dizanîbû ku Mahsûm û Ûgûr nikarin derkevin. Min berê xwe da Sînan û jê re got, 'kurê min qet nebe, tu derkeve'. Bersiva Sînan gelekî vekirî û zelal bû; 'Dayikê ez dev ji Mahsûm bernadim û naçim ti cihî'. Mebesta min ji derketinê; ne destberdana ji berxwedanê bû. Dema ji Sûrê derketibûna diyar bû wê çi bikira. Min nedixwest ciwanên li wê derê ji aliyê dijmin ve bên qetilkirin."

'EM Ê TESLÎM NEBIN, ME FÎŞEKÊN XWE YÊN DAWÎ JI XWE RE HIŞTINE'

Dayika Gurkan diyar kir, rojek beriya kurê wê bê qetilkirin ew pê re axiviye û got, "Êvara Şemiyê Mahsûm li min geriya û got, 'Dayê em hînê di hundir de ne. Sînan, Ûgûr û hevalên din şehîd ketin, em bi tenê 7 kes man. 6 fîşekên me man e. Ji bo em nekevin destê dijmin, me ew ji xwe re hiştine. Em yek bi tenê bimînin jî em ê teslîm nebin. Avahiya em tê de ne, hema hema bi temamî hilweşiya ye. Beşeke biçûk a xera nebûye heye, em niha li wir in. Eger gel rabe ser piya, em ê karibin ji vir derkevin. Wekî din em ê bi ti awayî qebûl nekin.' Piştî vê axaftinê em li parlamentearn geriyan. Wan jî hewl dan tiştekî bikin, lê bi ser neketin. Bi vî rengî heta roja din saet 12'an em axivîn. Di axaftina me ya dawî de dengê maşînên kar dihat, ku dixebitîn. Berêvarê piştî saet 6'an têkiliya me bi temamî qut bû. Piştre jî agahiya şehîdbûnê gihaşt me. Cenazeyên Mahsûm û Sînan birin Elezîzê. Em çûn me teşxîs kirin. Lê belê ji me re gotin, ku heta encamên testa DNA neyê, ew ê cenaze nedin. Bi vî rengî em hefteyekê sekinandin û piştre cenazeyên me dan me. Îşkenceyeke gelekî giran li cenazeyê Sînan kirin. Cesedê wî kiribûn du parçe, zikê wî qelaşti bûn, roviyên wî, cîgera wî derxistibûn derve. Cenazeyê Ûgûr jî me hînê nedîtine."

'JI BO ME ŞEREF E'

Dayik Şenî Gurkan got, 'Bila Erdogan bes bi nimêjê mirovan bixapîne' û herî dawî ev tişt got: "Ji Erdogan heye ku bi van kiryarên xwe re wê me bitirsîne. Ji bilî Xwedê tirsa me Kurdan ji kesî nîne. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ser şopa zarokên xwe bimeşin û têbikoşin. Kurê min ji bo gelê xwe şehîd ket, ev ji bo me şeref e. Ez pê serbilind im."