Daxwaza serbestberdana Yilmaz Orkan hate kirin
Daxwaza serbestberdana Yilmaz Orkan hate kirin
Daxwaza serbestberdana Yilmaz Orkan hate kirin
Rêxstinên penaberên Tirkiyeyî yên li Swîsreyê, daxwaz kirin ku cigirê serokê KON-KURD’ê û endamê KNK’ê Yilmaz Orkan ku dema ji bo Foruma Civakî ya Cîhanê ji Belçikayê diçû hate girtin, serbest bê berdan.
Federasyona Karkerên Tirkiyeyê ya Swîsreyê (İTİF), Ciwanên Demokratîk ya Nû a Swîsreyê (YDG), Komîteya Piştevaniya bi gitiyan (UPOTUDAK) re daxuayniyek dan û daxwaz kirin ku Yilmaz Orkan bê berdan. Saziyan binçavkirina Orkan şermezar kirin û diyar kirin ku heldanên biçavkirinê û girtinê yên nehiqûqî bê navber didomin.
Saziyan di daxuyaniyê de bal kişandin ser radestkirina Metîn Aydin ya Almanyayê û wiha got: “Li dijî hêzên welatparêz û şoreşger êrîş didomin. Li Parîsê 3 şoreşgerên kurd yên jin hatin qetilkirin. Başak Şahîn li Hirvatîstanê, Zekî Gurbuz li Yewnanîstanê hatin binçavkirin. Di encama hewldanên hiqûqî de piştî mehan şûnde Başak Şahîn û Zekî Gurbuz hatin berdan.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku cigirê serokê KON-KURD’ê Yilmaz Orkan li balafirgeha Belçîkayê hatiye binçavkirin û wiha gotin: “Yilmaz bi salan in li Parlamnetoya Bruksel û Strasbourgê û li Konseya Ewropayê , di platformên navnetewî de xebatên aktîf dimeşîne. Ji ber vê girtina wî derveyê hiqûqê ye. Daxwaza me eve ku demildest dawî li van zextan bê dayîn.”
Her wiha saziyan banga bilindkirina çalakiyên hevpar kir.