Davûtoglû li Sûrê hetikî: Gel lenet kir, tank pê re geriyan

Davûtoglû yê bi deh hezaran polîs û tankan hate navçeya Sûrê ji aliyê gel hat lenetkirin. Malbatên ku zarokên wan hatine qetilkirin jî gotina “Qatil” li rûyê Davûtoglû xistin.

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû bi talîmata hikûmet û Qesrê ve hate navçeya Sûr a Amedê ku bi sedan kes lê hatine qetilkirin. Davûtoglû li navçeya plana dagirkirinê ya bi navê “gelemperîkirina lezgîn” li ser heye nimêj kir, li vir bi hejmarek kêm AKP’î re hevûdû hembêz kirin, wisa poz dan kamerayan. Hate hînbûn ku deh hezar polîs sewqî navçeyê hatine kirin, li şûna gel tank û polîs bi Davûtoglû re meşiyan.

Dikandarên navçeyê ji ber berpirsên qetlîaman Davûtoglû derabeyên xwe girtin, gel jî bi pirsa “tu bi kîjan rû yî tê vir?” nerazîbûnên xwe dan nîşandan.

LI CADEYAN JI BILÎ POLÎSAN TI KES NÎNE

Polîsan li derdora Cadeya Gazî û Mizgefta Ûlû barîkatên berfireh danîn, li tevahî avahiyên bilind jî sekvan bi cih kirin.

Li cadeyan ji bilî polîsan ti kes negeriyan, kesên berê navên wan li lîsteyan hatine nivîsîn jî girtin mizgeftê.

Malbatên zarokên xwe di êrîşên qirkirinê de winda kirine jî Davûtoglû lenet kirin.

Mûzaffet Çûkûr, Cahît Morgul, Denîz Tekîn û Mûrat Gîrçek ên zarokên wan hatine qetilkirin jî gotin: “Em naxwazin vî Davûtoglûyê kujerê sivîlan li Sûrê bibînin.”

“QATIL, DÎKTATOR!”

Malbatan wiha daxuyanî dan: “Em li pey qatil û dîktatorekî nimêjê nakin. Malên me hilweşandin, zarokên me qetil kirin. Gelê Kurd ê xwezan, naçe Mizgefta Ûlû û li pey vî nimêj nake.”