Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Kurdistanî bi daxuyaniyekê ragihand, ku 4. civîna dewrî ya komîteyê di nava rewşeek şer û bûyerên ne zelal ên siyasî, çekdarî û stratejîk ên li Kurdistan û Rojhilata Navîn de bi beşdariya piraniya endaman hatiye lidarxistin. Hat ragihandin ku di civîna li bajarê Hollanda Laheyê de piraniya endaman amade bûn.
Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Kurdistanî danezana encamê ya 4. civîna xwe ya dewrî ku di 26'ê Nîsana 2015'an de hat lidarxistin, bi raya giştî re parve kir.
Di danezana encamê de hat ragihandin ku di nava şet û mercên çarenivîssaz de temamiya Rojhilata Navîn û dewletên Kendavê ketine nava şerekî mezin, nerehetî û aloziyên navxweyî, navçeyî, tayîfî û mezhebî û her wiha di nava metirsî ya paşerojeka ne zelal de ne.
Di danezana encamê de bal hat kişandin ser gefa DAIŞ û rêxistinên çete yên mîna wê û hat destnîşankirin ku li pêş çavê hemû cîhanê xuya bûye ku hikûmet û dewletên Sûriye, Iraq, Lîbya, Yemen û desthilatdarên din ên herêmî nikarin van rêxistinan bişkînin, nikarin tine bikin.
Di dewama danezanê de hat gotin, "Berevajî wê li başûrê Kurdistanê, Pêşmerge û hêzên din ên parastina gel ên hevçeper û li rojavayê Kurdistanê jî şervanên ( YPG – YPJ ) û komeke pêşmergeyên welatparêz li çeperên şer û berxwedanê li Kobanê û beşdarî ya gerîlayên bakurê Kurdistanê û bi hevkariya hêzên hevpeyman yên navdewletî, roj li pey rojê serketinan li ser terorîstan tomar dikin. Ev serketin û destketî li meydanên şer û di xebata siyasî, neteweyî û nîştimanî yên parçeyên din ên Kurdistanê jî de bûne cihê piştevanî û giringîdana welatên rojava û soz û viyan û pêzanîn û nirxandina raya giştî ya cîhanê û bi taybetî li rojava û başûrê Kurdistanê."
Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Kurdistanî da xuyakirin ku di keş û rewşa wiha ya şer û bûyerên ne zelal ên siyasî, çekdarî û stratejîkên germ û cur be cur de, civîna wan a çaremîn a dewrî bi beşdariya piraniya endaman di asta berpirsyariyeke bilind de li bajarê Hollanda Laheyê hatiye lidarxistin û li ser du xalên rojevê hatiye rawestîn.
ENCAMÊN JI CIVÎNÊ DERKETIN
Di danezana encamê de hat ragihandin ku di encama nîqaşên azad û piraliyane yên li ser rewşa siyasî de ev biryar ji civînê derketine:
"*Rewşa siyasî sererayê hestiyarî û alozî yên wê, pêwîste bi hişyarane û yek arasteyî û yek sitratîjiya neteweyî û niştîmanîdi karê xebata diplomasî de pêngav bên avêtin.
*Li aliyekê din sebaret bi kêşe û arîşeyên demokrasî yê li Kurdistanê, biyav û derfetên ji bo bi destveînana mafên neteweyî û niştîmanî û demokrasî yên Kurdistaniyan, her çend tê û zêde û berfireh dibin. Civîn di wê baweriyê de ye ku hêzên Kurdistanî bi kûrî û berpirsyaryeteke mezin ve erkên henukeyî bibînin û hewil û tekoşînên xurt jê re bidin.
*Arîşeyên navxweyî yên hêzên siyasî bên kêmkirin û di demeke nêz û guncî de piştî ferahemkirin û zemîne ya serketinê misoger bû, kongreya netewî li ser xalên çarenivîssaz bê li darxistin. Ev wiha dixwaze ku komîteya amadekar a Kongreyê bi zûtirîn dem bicive û cih û çawanî ya li darxistina kongreyê diyarî bikin.
*Li ser xala duyemîn ya civînê, danana pilanên diplomasî; li wê biyavê de li gor rastperdeyên civîna berê, komîteya destnîşankirî pêngavên erênî û baş avêtine û persivên dilxweşker ji wezaretên derve yên welatên (Berîtanya, Nemsa, Îtaliya û Yekîtiya Ewropa) ji bo piştevanî kirina kêşe û arîşeyên demokrasî yê li Kurdistanê hatine wergirtin. Lê hêj encamdana erkên diplomasî pêwîst bi bernameyekê mikum û tukme û çalakiyên zêtir heye. Bi taybetî niha seng û giranî ya xebata demokrasî ya Kurdistanê girîng û karîgere li herêmê û Rojhilata Navîn û cîhanê de.
*Di dawiya civînê de, bi bawer bû ku neteweya kurd û hêzên demokrat û pêkhateyên azadîxwaz yên li Tirkiyê û herêmê jî, bi çavê hêvî û ûmêdan ve dinêre biryara demokrasî ya (HDP) ji bo niwêneratîkirina xebat û tekoşîna demokrasî ya gelên Tirkiye yê û beşdarbûna wan di hilbijartinên 7'ê Hezîrana îsal de."
TIRKIYE LI BER DU RÊYÊN ÇARENIVÎSSAZ E
Di danezana encamê de hat ragihandin ku ev stratejiya li Tirkiyeyê ne tenê ji bo berjewendiyên gelê Kurdistanê dibe ku ji bo Tirk, Kurd, Ermen, Suryanî, Ereb, Çerkes û Êzidî, Elewî û hemû pêkhateyên din ên Tirkiyeyê bi xêr û xweşî be û ev xal hat destnîşankirin:
"Tirkiye niha li ber du rêyên çarenivîssaz. Yan wê guhertinek ber bi demokrasiyê gelan ve, yan monopola situnî nasiyonalîzmî ya Tirkiye wek sedsala berê wê hilbijêre. Ev jî zirara herî mezin bi pêgeya Tirkiyeyê û gelên Tirkiya û demokrasiyetê û peşeroja wî welatî dikeve û dibe rêgiriyek bilintir ji bo qebûl û ne qebûlkirina Tirkiyeyê di yekîtiya Ewropayê de.
BANGA PIŞTEVANIYA NAMZETÊN HDP'Ê YÊN PARLAMENTERIYÊ HAT KIRIN
Civîn bi hêvî ya hindêye ku temamî neteweya kurd û gelên azadîxwaz yên li Tirkiyê, bakurê Kurdistanê û herêm û navçeyê, piştevaniya namzetên lîsteya HDP bikin. Lîsteya HDP ê lîsteya gelên demokratîxwazên raseqîne yên Tirkiyeyê ye.
Li dawî yê, civîn soza xwe ji bo gelên Ermenî, Suryanî û Kildanî dubare kir, di demekî de ku salroja 100 salî ya qetlîama wan e, ewa bi dest û pilanên dewleta Osmaniyan û bi beşdariya kirêgirtiyên siwarên Hemîdî yê ew tawan û karesat hatibû encamdan. Ji ber wê yekê erk û pêwîstiyek fere li ser civaka asayîşa neteweyên yekgirtî wan tawanan bi tawanên jînosayd binase û dewleta Tirkiyeyê jî sererast û qebûl bike û qerebû û heqê kesûkarên wana bide."
ENDAMÊN KOMÎTEYA DÎPLOMASIYOA HEVBEŞ A KURDISTANÎ
Komîsiyona karê derve ya KNK ê
YNK
PYD
GORAN
HSDK (Hizbî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan)
Partiya Îslamiya Kurdistan –PÎK
KCD-E (Kongra Civaka Demokratîk – Ewropa)
Hizbî Komunistî Kurdistan
Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan
Komelî Îslamî Kurdistan
TJKE – (Tevgera Jinên Kurdistan – Ewropa)
Federasyona Êzidiyên Kurdistan
E.S.U (Yekîtiya Suryaniyên Ewropa)
Partiya Yekîtiya Suryanî – Rojava
PJAK
Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan
Hizbî Ayindeyî Kurdistan
Nûnertiya HDP ya Ewropa
P.D.K.S (Partiya Demokrata Kurd li Sûriya)
P.Ç.D.K-S (Partiya Çepa Demokrata Kurd – Sûriya)
PÇK-S (Partiya Çepa Kurd – Sûriya)
Partiya Kaskên Kurdistanê - Rêkxrawa Sewza Ewropî Kurdistanî
Enstituya Kurdî ya Brukselê
Rêxirawî Demokratîkî Yarsan
PYNA – Rojava (Partiya Yekîtiya Niştimanî Azad – Rojava)
T.N.K.S (Tevgera Nûjena Kurdistan – Suriye)
Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat
Dîwexanî Kurdî li Ewropa