DAIŞ li Swîsreyê hat şermezarkirin
Bi sedan kesên li gelek navendên Swîsreyê daketin qadan, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar kirin.
Bi sedan kesên li gelek navendên Swîsreyê daketin qadan, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar kirin.
Bi sedan kesên li gelek navendên Swîsreyê daketin qadan, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar kirin.
Bi pêşengiya DEM-KURD'ê bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyî li bajarên Zurîch, Bern û Baselê daketin qadan û êrîşên AKP û çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê lanet kirin. Di çalakiya ku hêrseke mezin lê derket holê de, bang li her kesên li Ewropayê dijîn hat kirin ku ji bo Kobanê dakevin qadan.
ZURÎCH
Bi pêşengiya DEM-KURD'ê bi sedan kesî ji kolanên herî qelebalix ên Zurîchê meşiyan û li meydana Helvatîaplatzê kom bûn. Çalakgeran bi qîrîna dirûşmeyan çeteyên DAIŞ'ê û AKP a destekê dide DAIŞ'ê protesto kirin. Di çalakiya ku rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên siyasî yên Tirkiyeyî û Swîsreyî jî lê amade bûn, hat ragihandin ku divê piştgirî ji Kobanê re were dayîn û bang li hêzên navneteweyî hat kirin, ku zextê li welatên destekê didin DAIŞ'ê bikin ku vê têkiliya xwe bibirin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanê bûne, bi qedan sivîl qetil kirine û bal hat kişandin ser berpirsyariya Tirkiyeyê. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyên lanetê li DAIŞ'ê tîne, bi dawî bû.
BASEL
Bi pêşengiya DEm-KURD'ê, Kurdistanî û Tirkiyeyî li yek ji kolanên qelebalix ên Baselê li Martplatzê civiyan û bi pankart û dirûşmeyên xwe, komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Kobanê lanet kirin. Bi sedan kesên di çalakiyê de amade bûn, bi hêrseke mezin çeteyên DAIŞ'ê û AKP şermezar kirin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê li ser navê DEM-KURD'ê Bûrhan Başaran peyivî. Başaran bi lanetkirina çeteyên DAIŞ'ê û AKP'ê dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku tevî êrîş û komkujiyan jî ew ê bigihêjin azadiya xwe. Başaran anî ziman ku AKP yekser destekê dide çeteyên DAIŞ'ê û got, "Yên ku nikarîbûn xwe li serketina Girê Spî rabigirin, mirovên bê guneh qetil kirin. Em baş dizanin ku ev çete di ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanê bûne û komkujî kirine. Di serî de Tirkiye, hemû welatên destekê didin DAIŞ'ê, hevparê vê komkujiyê ne û wê hesap bidim." Çalakî piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.
BERN
Bi sedan kesên bi pêşengiya DEM-KURD û PYD'ê li Casînoplatz a Bernê civiyan, çeteyên DAIŞ'ê bi tundî şermezar kirin. Di çalakiyê de bi pankart û dowîzan re bal hat kişandin ser komkujiyê. Komên Anarşîst ên Swîsreyî û rêxistinên çep ên Tirkiyeyî jî destek dan çalakiyê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê PYDê axaftin hat kirin. Nûnerê PYD'ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re derbas bûne û komkujî kirine. Nûnerê PYD'ê destnîşan kir ku DAIŞ wê ti carî nikaribe pêşî li têkoşîna azadiyê bigire.
Xwepêşandan piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.