DAIŞ li Swêdê hat protestokirin
Kurdistaniyên li bajarê Swêd Halmstadê dijîn, komkujiya li Kobanê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat kirin û di encamê de zêdeyî 200 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn, protesto kirin.

Di xwepêşandana li Meydana Stor de Kurdistaniyan alên YPG'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û bi qîrîna dirûşmeyan çeteyên DAIŞ'ê protesto kirin.
Ji xwepêşandêran Bryar Rashîd ji Radyoya Dewletê ya Swêdê re peyivî û got, "Em vê xwepêşandanê beriya her tiştî ji bo nîşandana hestên xwe lidar dixin. Lê di heman demê de em Kurdên herî zêde zerarê ji êrîşên DAIŞ'ê dibînin, li Halmstadê dicivin û seferber dibin."