DAIŞ li Reqqa û Tîl Ebyadê kabûsa YPG-YPJ’ê dibîne
Çeteyên DAIŞ’ê ku Reqqa û Tîl Ebyad dagir kirin û wek ‘keleh’ û ‘paytext’ îlan kirin, bi pêkanînên xwe yên komkujî, zilm, bazirganiya jinan û diziyê li her du bajaran ji bo gelê herêmê bûye kabûs.
Çeteyên DAIŞ’ê ku Reqqa û Tîl Ebyad dagir kirin û wek ‘keleh’ û ‘paytext’ îlan kirin, bi pêkanînên xwe yên komkujî, zilm, bazirganiya jinan û diziyê li her du bajaran ji bo gelê herêmê bûye kabûs.
Çeteyên DAIŞ’ê ku Reqqa û Tîl Ebyad dagir kirin û wek ‘keleh’ û ‘paytext’ îlan kirin, bi pêkanînên xwe yên komkujî, zilm, bazirganiya jinan û diziyê li her du bajaran ji bo gelê herêmê bûye kabûs. Çeteyên ku li hundir bi hêrsa gel û li derve jî bi dagirkirina YPG û YPJ’ê ketine dorpêçê, fikara wan bi pêkanînên wan xwe dide der.
Çeteyên DAIŞ’ê ku li Iraqê, Mûsil û Tîkrît, li Sûriyeyê jî Reqqa bê berxwedan dagir kirin, li aliyê Başûr û Rojavayê Kurdistanê rastî berxwedanek bi heybet hatin û têk çûn. Di berxwedana Kobanê de bi hezaran endamên xwe, wesayît û çekên xwe winda kirin û vekişiyan. Çeteyan vê carê berê xwe dan Tîl Ebyad û Reqqayê ku ji bo xwe wek keleh dîtin û ji ber operasyonên YPG û YPJ’ê niha fikarên mezin dijîn.
RÊXISTINA DIZÎ, ZILM Û KOMKUJIYÊ: DAIŞ
Di Adara 2013’an de di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de hêzên muxalîf ên li dijî Esad têdikoşiyan kontrola Reqqayê girtin dest û piştre çeteyên DAIŞ’ê bêyî berxwedan bajar dagir kirin. Li Reqqayê beriya DAIŞ’ê nifûs 2 hezar bû û niha hema hema jiyan li Reqqayê têk çûye. Kesên nekarî ji bajar birevin jî jiyan li wan herem bû. Çavkaniyek herêmî ya Reqqayê diyar kir ku DAIŞ bi pêkanînên xwe yên ku wek ‘hukmên şerîatê’ bi nav dike, welatiyan bi rêbazên wekê qamçî, serjêkirin, mil û ling jêkirinê welatiyan ceza dikin û got: “Li herêmê kêşandina cigareyê, alkol û kûrkirina rû û por hatiye qedexekirin, hilberînên xistine bin yekdestdariya xwe jî bi buhayekê 10 katî difiroşin. Bi pereyê ku berê 10 qutî cigare dihat girtin niha pakêtek tê girtin. Her meh di bin navê zekatê de ji gel xerac tê girtin. Ligel ku av û ceyran tineye jî pere ji gel tê girtin. Çavkaniya dahata çeteyan jî qaçaxtiya petrolê, malên sivîlan yên hatine wêrankirin, fîdye û ji rêxistinên alîkariyê tê. Jinên ku direvînin jî li van bazaran difiroşin.”
JI TIRSAN KUAFOR GIRTIN
Çavkanî da zanîn ku du roj berê hatiye Reqqayê û got ku di dema despêka dagirkirinê de hejmara endamên çeteyên DAIŞ’ê yên ji Iraq, Tunus, Çeçenîstan, Dagistan û Ewropayê gelek zêde bûne û bi pêşveçûna hêzên YPG û YPJ’ê hejmara wan gelek kêm bûye û got: “Fikara çeteyan li wir roj bi roj zêde dibe. Çete li dijî îhtîmala ku hêzên YPG û YPJ’ê wê bikevin bajar, bi armanca ku xwe veşêrin û di nava sîvîlan de winda bibin li bajar kûrkirina por û rû qedexe kirine û ji ber vê yekê hemû kuafor girtine. Gelê herêmê dixwazin ku demildest ev kabûsa DAIŞ’ê bi dawî bibin.”
DENGÊ ÇEKÊN YPG Û YPJ’Ê GIHIŞTIN TÎL EBYAD
Hêzên YPG û YPJ’ê ku darbeyên mezin li DAIŞ’ê xistin xeta azadkirinê berfireh kirin û niha nêzî Cereblusa ku tê gotin baregeha çeteyane bûne û li eniya Rojhilat jî nêzî gundên ku 15 km ji bajarê Til Ebyad (Girê Spî) dure. Piştî gundên Bexdîk, Îdaniyê bi operasyonên li dijî gundên Xanê, Axbaş û Serzorê gav bi gav DAIŞ teng kirine. DAIŞ’ê li dijî YPG û YPJ’ê bi armanca parastinê li dora Girê Spî xendekan dikole û malên Kurd û Tirkmenan bi bombeyan tine dikin.
JI MALBATÊN EREB DITIRSIN
Li cihên ku nifûsa Ereb zêde ye Artêş Azad a Sûriyeyê bi YPG’ê re tevdigere û li Girê Spî ku 10 hezar Ereb, 5 hezar Tirkmen û 5 hezar jî Kurd hene, bi lîderên malbat û eşîrên wan re hevdîtinan dikin. Çeteyên DAIŞ’ê jî ji vê nerehet dibe û tehdîdan dixwaze malbatan ji tifaqê dûr bixîne. Çavkaniyên herêmî yên Akçakaleya Rihayê diyar kirin ku dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirine şûnde Erebên ku malên Kurdan wêran kirine ji tirsan reviyane Tirkiyeyê.
LI TIL EBYAD XELEK TENG DIBE
Heman çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê yên li Tîl Ebyadê teng bûne bi pêkanînên ku li bajar pêk tînin jî ji aliyê şêniyên bajar ve nefretek mezin qezenc kirine.