DAIŞ li Kurdistan û Kerkûkê hat têkbirin
Hêzên neteweyî yên Kurd ên par li Kerkûk û Mexmûrê têkoşîneke xurt meşandin, nehiştin ku DAIŞ herêmên di bin kontrola rêveberiya Başûrê Kurdistanê de dagir bike.
Hêzên neteweyî yên Kurd ên par li Kerkûk û Mexmûrê têkoşîneke xurt meşandin, nehiştin ku DAIŞ herêmên di bin kontrola rêveberiya Başûrê Kurdistanê de dagir bike.
Êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Başûrê Kurdistanê salek li dû xwe hişt. Hêzên neteweyî yên Kurd ên par li Kerkûk û Mexmûrê têkoşîneke xurt meşandin, nehiştin ku DAIŞ herêmên di bin kontrola rêveberiya Başûrê Kurdistanê de dagir bike. Bi taybetî Kerkûk, weke qada pevçûnên dijwar, bal kişand ser xwe.
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Hoşyar Abdûrrahman da xuyakirin ku Kerkûk ne bajarekî teror lê bimeşe ye û got, "DAIŞ'ê gelek caran hewl da Kerkûkê dagir bike, lê belê hêzên Kurd her carê ev êrîş şikandin û Kerkûk parastin."
'ÊRÎŞÊN DAIŞ'Ê HATIN PÛÇKIRIN, EWLEKARÎ PÊK HAT'
Abddûrrahman got, "Piştî ku DAIŞ'ê êrîşî Kerkûkê kir, me hemû hêzên xwe ji bo parastina herêmê seferber kir. Hêzên pêşmerge, hêzên antî terorê, hêzên me yên taybet, hêzên me yên asayîşê û hemû hêzên Kurd ên li herêmê li hemberî DAIŞ'ê têkoşîneke bi bandor meşandin. DAIŞ'ê heta niha sê caran hewl da dor li Kerkûkê bigire. Lê belê di encama têkoşîna hêzên me de ev êrîş hatin pûçkirin. Di vir de rola Tabûra 5. gelekî girîng bû. Bê guman eger di dema bihurî de têkoşîneke bi bandor li hemberî DAIŞ'ê hatibe meşandin, ev yek serketina hevpar a hemû hêzên li Kerkûkê li dijî DAIŞ'ê têdikoşe ye. DAIŞ a ku ev saleke êrîşî Kerkûkê dike, di ti êrîşê de bi ser neket.
Me komîteyeke parastinê ava kir. Tedbîrên parastinê yên vê komîteyê derxist holê, encamên girîng bi xwe re anî. DAIŞ'ê cihên weke Tîkrît, Anbar dagir kir, xwe sipart Diyala. Lê belê hemû êrîşên li hemberî Kerkûkê hatin şikandin û neçar ma xwe vekişîne. Di encama têkoşîna salekê de dikarim bêjim ku DAIŞ li Kerkûkê têk çûye. Hêzên parastinê yên li Kerkûkê heta niha bi gelekî xurtî Kerkûk parastin û ji niha û pê ve jî wê biparêzin . Dixwazim vê jî bêjim, berevajî rewşa ku li derve tê nîşandan, Kerkûk cihekî bûyerên terorê lê zêde nîne û cihekî aram e."
'RÊVEBERIYA HEVPAR A KERKÛKIYAN'
Abdûrrahman da xuyakirin ku li ser statuya Kerkûkê timî spekulasyon tên kirin û destnîşan kir ku divê Kerkûk di nava herêma Kurdistanê de bimîne. Abdûrrahman got, "Niha gelekî tê nîqaş kirin ku Kerkûk a kê ye û wê bi ser ku ve be. Heta ku ev rewş zelal bibe, bê guman wê nîqaş dewam bikin. Parlamenta Herêma Kurdistanê destûreke bingehîn a nû amade dike. Me jî pêşniyarên xwe pêşkêş kir. Di vê destûra bingehîn a nû de divê hemû bawerî, komên etnîkî yên li herêma Kurdistanê bi awayekî wekhev cih bigirin. Em weke YNK'ê vê yekê weke pêwîstiyekê dibînin. Heman rewş ji bo Kerkûkê jî derbasdar e. Kerkûk parçeyekî Kurdistanê ye. Divê di nava sînorên Kurdistanê de cih bigire. Lê belê hemû gel, hemû cihêrengî di nava rêveberiyê xwe xwedî maf bin. Divê rêveberiya Kerkûkê ji aliyê Kerkûkiyan ve bê diyarkirin. Ez bi vî rengî difikirim. Lig orî min rêxistinbûyîna herî demokratîk bi vî rengî dikare pêk were."
'HETA KU TEVDAN NEBE, ÇANDA DEMOKRATÎK DEWAM DIKE'
Abdûrrahman da xuyakirin ku li Kerkûkê di serdemên dirêj de bawerî û pêkhateyên cuda yên etnîkî bi hev re jiyane û anî ziman ku van cihêrengiyan heta niha di nava xwe de çandeke demokratîk afirandine û heta tevdanek hebe ev tabloya demokratîk wê dewam bike.
Abdûrrahman xusûsên ji bo Kerkûkê xeterene bi vî rengî destnîşan kir: "Li Kerkûkê Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryaniyan bi salan bi hev re jiyan. Ev çanda demokratîk di nava civakê de ava bûye. Vê jiyana bi hev re ya piranî di heman demê de rê li ber derketina hesabên cuda yên li ser Kerkûkê jî vekiriye. Yek ji sedema bingehîn a destwerdanên ewqasî zêde jî ew e ku Kerkûk bajarekî ji aliyê petrolê ve dewlemend e. Eger ji derve ve destwerdan û tevdan nebe, Kerkûk wê jiyana xwe ya aştiyane û bi hev re bi hemû cihêrengiyan dewam bike. Lê belê dikarim vê bi awayekî zelal bêjim; tevî hemû destwerdan û tevdanan jî heta niha kesî nekarî li Kerkûkê tevlîheviyê derxîne. Gel û ol li vê derê di nava biratiyê de dijîn."
'SERKETINA HDP'Ê ZEMÎN JI KONGREYA NETEWEYÎ RE AVA KIR'
Hoşyar Abdûrrahman herî dawî bal kişand ser serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de û got, "Serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de ji bo pêşeroja Kurdan û Tirkiyeyê, werçerxeke dîrokî ye. Ev serketin, pêşî li rêveçûna dewleta Tirkiyeyê ya ber bi dîktatoriyê ve girtî ye. DAIŞ'ê ji bo êrîşî xaka Kurdistanê bike, axa Tirkiyeyê li gorî dilê xwe bikar dianî, Tirkiye veguherandibû kerwansaray. Ji ber ku êrîşî Kurdan dikir, ji DAIŞ'ê re bi her awayî çek dihat dayîn. Ev rewş jî hat sekinandin. Kurdan û hemû gelên cihêreng ên li Tirkiyeyê ev zîhniyetê destekê dide terorê pûç kirin. Di heman demê de vê serketinê pêwîstiya kombûna Kurdan di kongreyê de derxist holê. Em weke YNK, serketina li parçeyekî Kurdistanê weke serketina hevpar a hemû Kurdand ibînin. Lewma me heta dawiyê destek dan HDP'ê."