DAIŞ'ê minareya Şengalê teqand

Çeteyên DAIŞ'ê ku êrîşên xwe yên li hemberî nirxên dîrokî yên mîrateya hevpar a mirovahiyê dewam dikein, danê vê sibehê bi teqemeniyan re minareya li Şengalê ku weke yek ji nîşaneyên bajêr dihat qebûlkirin, teqandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, îro danê sibehê saet di 09:00 de, minareya li yek ji meydanên navenda bajarê Şengalê, ku car carna ji bo merasîmên olî yên Êzidiyan ve dihat bikaranîn, ji aliyê çeteyan ve hatiye teqandin. Çavkaniyên herêmî ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê beşek ji malên li bajêr tine dikin û çeteyan ji bo şerekî giran hêz û cebilxane li bajêr civandine.

Li gorî agahiyan, çeteyan duh bi şev xwestin êrîşî mewziyên hêzên berxwedanê bikin û li ser bersivdayîna hêzên berxwedanê, çete neçar mane xwe vekişînin.