DAIŞ’ê gundê Qubê topbaran kir; kuştî û birîndar hene
Çeteyên DAIŞ`ê 2 fûze avêtin gundê Qubê yê Kobanê. Di encama topbaranê de jinek tevî zaroka xwe jiyana xwe ji dest dan û jineke din tevî zaroka xwe jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê yên di rêzeçiyayên Şamiyê de bi cih bûne, seat 10.15’an 2 fûze avêtin gundê Qubê yê 35 kîlometreyan dikeve başûrrojavayê Kobanê. Di encama topbaranê de welatiya bi navê Hedle Mehmûd (50) û zaroka wê Hele Hisên (5) ên Ereb, jiyana xwe ji dest dan û jina bi navê Xedîce Hisên (40) û zaroka wê Nûr Mihemed Elewî (5) ku hatibûn mêvantiya mala Hedle jî birîndar bûn.
Welatiyên herêmê cenazeyê her du welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane û yên birîndar rakirin nexweşxaneya Emel a bajarê Kobanê.