DAIŞ'ê bajarokê Raî radestî MÎT'ê kir!

Kontrola bajarokê Raî yê Ezazê, di navbera komên çete yên ser bi dewleta Tirk ve, her gavê dest diguherîne.

Kontrola bajarokê Raî yê Ezazê, di navbera komên çete yên ser bi dewleta Tirk ve, her gavê dest diguherîne.

Herî dawî, çeteyên DAIŞ'ê bajarokê Raî teslîmî çeteya Sûltan Mûrat a ser bi MÎT'ê kirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestistin, çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê bajarokê El Raî yê li Ezazê û embarên genim ên li herêmê, radestî çeteyên Tûgaya Sûltan Mûrat a ji aliyê MÎT'ê ve tê birêvebirin, kirin.

Çeteyên Tûgaya Sûltan Mûrat a bajarok teslîm girt, malbatên Kurd ên li herêmê ji malên wan derxistin.

Hat ragihandin, beşeke mezin a çeteyên DAIŞ'ê yên li vî bajarokî tevlî nava çeteyên Tûgaya Sûltan Mûrat a MÎT'ê bûn, ku ev çete di nava qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê de cih digirin.

Ji ber ku bajarokê Raî li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye, ji bo çeteyan di warê çûn û hatinê de gelekî girîng e. Çete alîkariya çek, cebilxane, lojîstîk a ji dewleta Tirk dibîne û sewqiyata çeteyan li vê derê dikin.