Coşa Newrozê li her derê ye

Pîrozbahiyên Newrozê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi coşeke dewam dikin.

Di pîrozbahiyan de, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan a li Newroza Amedê hat xwendin, weke manîfestoya demokrasî û azadiyê hat pêşwazîkirin û silavkirin.

EDENE: Li navçeya Edene Seyhanê, b hezaran kes li Taxa Kuçuk Dîkîlî hatin cem hev û Newroz pîroz kirin. Qada pîrozbahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê hat xemilandin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, agirê Newrozê hat dadan. Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê di axaftina xwe ya li pîrozbahiyê de cejna Newrozê li gelan pîroz kir û got, "Eger em dixwazin Rêber Apo azad bibe, divê em li nirxên wî afirandiye, xwedî derkevin." Li dû axaftinan, zarokeke keç a ji Kobanê ya bi navê Rojgirya, helbesta ji bo kekê xwe yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, xwend. Pîrozbahî bi govenda li ber stranên hunermendên herêmî dewam kir.

MERSÎN: Li navçeya Mersîn Yenîşehîrê Newroz li taxa Şahîntepesî hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya bi pêşengiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê de Hevserokê HDP'ê yê Yenîşehîrê Huseyîn Dogan peyivî û got, "21'ê Adarê li cîhanê roja ku şev û roj dibe yek e. Em jî dixwazin gelên Kurd û Tirk bibin xwedî heman mafên wekhev." Li dû axaftinan hunermendên herêmî derketin ser dikê û pîrozbahî heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.

MANÎSA: Li Manîsayê, rêxistina HDP'ê ya Sarûhanliyê li meydana gundê Azîmlî bi gundiyan re Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiya ku Hevserokên HDP'ê yên Manîsayê jî lê amade bûn de poster û al hatin vekirin. Beşdarên pîrozbahiyê li dora agirê Newrozê govend gerandin û pîrozbahî bi stranên hunermendên herêmî dewam kir.

STENBOL: Rêxistina HDP'ê ya Bagcilarê, li taxa Fevzîçakmak Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiya bi beşdariya bi sedan eksî de li dû deqeyeke rêzgirtinê Serokê Komîteya Amadekar Erkan Karabay axivî û êrîşên li Hesekê şermezar kir. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê li dora agir dewam kir.

ŞIRNEX: Li navçeya Şirnex Elkê, pîrozbahiyên Newrozê yên hefteyeke tên lidarxistin, duh bi şev li gelek nuqteyên navçeyê bi dadana agir û teqandina fîşekên hewayî dewam kir. Di heman demê de li quntarên Çiyayê Kato agir hat dadan û govend hat gernadin. Girseya gel li ber stranên hunermendên herêmî govend gerand. Di pîrozbahiya li taxa Pinarbaşiyê de jî bi agir nivîsa "APO" hat nivîsandin.

ÎZMÎR: Li navçeya Îzmîr Konakê, bi pêşengiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê li Kadîfekaleyê Newroz hat pîrozkirin. Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rahşan Demîrel a ku di Newroza 1992'an de li semta Kadîfekaleyê bedena xwe da ber agir, hat daliqandin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Konakê Mahsûm Koç, bi bîranîna cangoriyên berxwedana Kobanê dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku Newroza 2015'an nîşaneya berxwedan û azadiya hemû gelên bindeste. Pîrozbahî bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.

MENEMEN: Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Menemenê jî bi beşdariya bi sedan kesî li Parka Demokrasî û Aştiyê ya Asarlikê Newroz pîroz kir. Li vir jî Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Menemenê Mûstafa Aydin peyivî, girseya gel silav kir û Newroz pîroz kir. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

BÛCA: Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bûcayê jî li Çamlikûleyê şahiyek pêk anî. Di şahiyê de tevî rêveberên HDP'ê yên Bajarê Îzmîrê bi sedan kes amade bûn. Di axaftinên li pîrozbahiyê de hat gotin, "Nameya Birêz Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de li pêşberî mîlyonan hat xwendin, ji bo gelên Tirkiyeyê û cîhanê manîfestoya demokrasiyê ye." Li dû axaftinan agir hat dadan û govend hat gerandin.

ÇÎGLÎ: Bi pêşengiya rêxistina HDP'ê ya navçeya Çîglî li taxa Guzeltepe Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya bi beşdariya bi sedan kesî de dirûşmên "Bijî Newroz", "Bijî berxwedana Kobanê" hatin qîrîn.

BALÇOVA: Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Balçova jî li taxa Çetîn Emeç bi beşdariya bi sedan kesî Newroz pîroz kir. Li qada Newrozê pankarta bi nivîsa "Agirê Newrozê yê li Şengal û Kobanê pêketiye, Rojhilata Navîn azad dike" hat daliqandin. Di axaftinên li vir de jî bal hat kişandin ser girîngiya hilbijartinên 7'ê Hezîranê û hat destnîşankirin ku HDP wê benda ji sedî 10'an hilweşîne.

KARABAGLAR: Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Karabaglarê jî li taxa Lîmontepeyê Newroz pîroz kir. Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Dîlek Aykan di axaftina xwe ya li vir de welatiyên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "AKP û DAIŞ bi hevkarî Kurdan qetil dikin. Em ê komkujiyan rawestînin. HDP wê bendan hilweşîne."