Beriya merasima cenazeyê gêrîlaya HPG’ê Kudret Aslan ku di pevçûna li navçeya Çelê jiyana xwe ji dest dabû, dikandaran derabeyên xwe girtin.
Cenazeyê gêrîlaya HPG’ê Kudret Arslan (Nûda Sumbul) ku di pevçûna 27’ê Îlonê li Geliyê Tiyarê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, anîn Colemêrgê. Piştî ku cenazeyê gêrîla Nûda hat Colemêrgê dikandarên ku serê sibê dikanên xwe vekiribûn, dikanên xwe girtin û ber bi nexweşxaneya ku cenaze anînê herikîn. Girseya ku li ber nexweşxaneyê kom dibe, piştî wecîbeyên olî dê cenazeyê gêrîla Nûda li Goristana Serê Solanê bispêrin axê.