Li Colemêrgê esnafan ji ber sedema merasima cenazeyên gêrîla Cîhan Tekçe Rizgar Colemêrg) û Hamdî Demîr (Dilgeş Marûfî) derbayên xwe nevekirin.
Li Colemêrgê beriya merasima cenazeyên gêrîlayên HPG’ê Cîhan Tekçe (Rizgar Colemêrg) û Hamdî Demîr (Dilgeş Marûfî) yên di pevçûna li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dayîn esnafan derabeyên xwe nevekirin. Li bajar ji bilî firin û dermanxaneyan hemû derabe girtîne, welatî ji bo merasima cenaze kom dibin.
Cenazeyên gêrîla Tekçe û Demîr ku li morga Nexweşxaneya Dewletê Colemêrgê tê girtin, piştî wecîbeyên olî hatin bicih anîn dê li Goristana Serê Solan bê defin kirin.